Karmenda Rudawê Şîfa Gerdî li Mûsilê şehîd bû

Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerd dema rûmalkirina bûyerên bajarê Mûsilê di encama teqîna bombeyeke vedayî de şehîd bû.

25.02.2017, Cts - 14:49

Karmenda Rudawê Şîfa Gerdî li Mûsilê şehîd bû
Nuçe Belav bike

Derbarê şehîdbûna Şîfa Gerdî tora medyayî ya Rûdawê daxuyaniyek belav kir, te ragehand ku, îro roja Şemiyê 25.02.2016 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

Şîfa Gerdî yek ji kadroyên herî çalak û jêhatî yên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji destpêka damezrandina televizyona Rûdawê ve, stêrkeke diyar a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.

Karmenda Rûdawê Şîfa Gerdî li wê navçeya şehîdbûb ku, dikeve rexê rastê yê bajarê Mûsilê, berî çend rojan ew navçe hatibû kontirolkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de jî wiha hate gotin:"Şehîdbûna Şîfa Gerdî xemeke mezin gihand Tora Medyayî ya Rûdawê û rojnamevanên Kurdistanê û cihê wê nayê tijekirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1937 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:57:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x