Kurê wî, ji bavê xwe Şerafettin Elçî ra nivîsand

.

25.12.2016, Paz - 07:23

Kurê wî, ji bavê xwe Şerafettin Elçî ra nivîsand
Nuçe Belav bike

Aştî, destketinek herî bilind û bêhempaye ku ji bo hemî mirovahiyê mîrateyek qedîm e. Bavê me, mezin û zanayê me Şerafettîn Elçî jî, perçeyek ji wê mîratêye ku di rêya azadiya Neteweya Kurd de, ji bo mîrateya qedîm a hemî milletan jiyana xwe pêkve bir. Di dema ku niha dibihure de ji ber şer, pevçûn û xwîn rijandinan navbera me û mîrateya qedîm ya mirovahiyê her ku diçe kûr dibe. Ev yek jî her ku diçe li ser dil û giyana me bandorek dijwar dike.

Ey qasidê aştiyê Şerafettîn Elçî! Ji ber van tengasîyane ku, îro herkesên jî bo aştî û aramiyê tevdigere, çavan li te digerîne û hewceyî hebûna te ne. Lê mixabin tu ne li gel meyî. Îca em bawerin, ew mîsyona ku te li dû xwe hîştiye, ewê ji bo herkesên ku li ser şopa te ya aştiyane dimeşin, dê ji wan re bibe ronahiyek. Û em jî amadene ku herkesên di vê rê û dozêde ne, ji wan re bibin alîkar û destek. Em dizanin ku mirovahî her dem hewceyî aştî û aramiyê ye. Divê ji bo ku dara aştiyê neçirmise, lazime bi hêstiran be jî, em hertim avbidin da ku, şîn û geş bibe. Bila ji bîr nebe ku, li ser dinyayê ti şerek nîne ku ji bo aştiyê pêk tê. Lê dawiya hemî şeran aştiye. Çi ji me re dibêje Markûs Çîçero, " Aştiya herî nebaş, ji şerê herî baş çêtir e!"

Wek te jî di pirtûka xwe de aniye li ser zimên, "Dilovanî bi xwe re wicdanê, wicdan bi xwe re dadê, dad jî bi xwe re aştiyê tîne." Di van rojên ku hewcedariya me pir bi aştiyê heye de, em te bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:58:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x