Li Britanyayê berberekî Kurd wekî berberê herî baş hat hilbijartin

Berberê Kurd Daniel Resûlî li Brîtanyayê wekî berberê herî baş ê salê hat hilbijartin.

14.10.2023, Cts - 12:51

Li Britanyayê berberekî Kurd wekî berberê herî baş hat hilbijartin
Nuçe Belav bike

Ciwanê Kurd Daniel Resulî yê ji herêma Pişderê ya Silêmaniyê çûye Britanyayê û bi salan e li wir karê berberiyê dike.

Daniel Resulî di pêşbirka berberiyê ya ku li bajarê Manchesterê pêk hat de, ji ber zîrekî û lezbûna xwe bû yekem.

Berberê Kurd Daniel Resulî bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin.

Danîel Resûlî diyarkir ku di navbera Pişder û Britanyayê de ferqeke mezin heye û got:

“Dema ez li Kurdistanê bûm min tenê karê berberiyê dikir. Di navbera modelên pirçê yên li vir û Pişderê de ferqeke mezin heye. Hinek kes hene ku wêne dixwazin. Em jî bi rêbazên cûda daxwazên wan bi cih tînin.

Ez berê jî beşdarî pêşbirkê bûm û bi ser neketim lê di pêşbirka îsal de ez bûm berberê herî baş ê Britanyayê.”

Daniel Resûlî di heman demê de rêveberiya kursekê berberiyê dike.

Daniel Resûl herî dawî got, “Ez ciwanên Kurd fêrî berberiyê dikim da ku bibin xwedî pîşe. Em di aliyê berberiyê de gelekî pêşketî ne.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x