Midûrê ajansa nûçeyên Fıratê hat girtin

Maxime Azadiyê Midûrê Nûçeyên Ajansa Nûçeyên Firatê (ANF) li Belçîkayê hat girtin.

21.12.2016, Çar - 14:13

Midûrê ajansa nûçeyên Fıratê hat girtin
Maxime Azadi
Nuçe Belav bike

Maxime Azadiyê Midûrê ANFê roja pênşemê li Brukselê di kontroleke \'rutîn\' de hat binçavkirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Azadî derxistin dadgehê û roja înê jî ku der heqê wî da \'lêkolîn\' bê kirin, girtin.

Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê ji bo ku Maxime Azadî bê girtin serî li Înterpolê xistibû û ev demeke dirêj bû Înterpol li wî digeriya.

Parêzerê Azadî ji bo serbest berdana wî serî dadgehê xist û îtiraz kir.

Hat ragihandin ku dadgeh wê roja înê biryarekê bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x