Newşîrwan Mistefa vegeriya Kurdistanê

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, piştî demekê dirêj vegeriya Kurdistanê.

13.05.2017, Cts - 09:38

Newşîrwan Mistefa vegeriya Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Newşîrwan Mistefa demjimêr 02.00ê destê sibê 13-05-2017, bi firokeyeke teybet gihişte Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa tevî herdu kur û keça xwe vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Newşîrwan Mistefa bixwe xwestiye ku bi awayekî bêdeng vegere Başûrê Kurdistanê û haya wî jî ji vegera Mistefa nebûye, ji ber vê yekê jî ew hûrgiliyên vegerê nizane.

Rêkxerê Giştî Yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di 3ê Îlona 2016ê de çûbû Brîtanyayê.

Newşîrwan Mistefa kî ye?

Rêkxerê Giştî Yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di sala 1944ê de Silêmaniyê jidayik bûye.

Di sala 1967ê li Bexdayê Zanistên Siyasî xwendiye û li Nemsayê mastera yasaya navdewletî kiriye.

Di sala 1967ê de bûye endamê PDKê ya baskê Silêmaniyê û di 1969ê bûye xwediyê imtiyaza Kovara Rizgarî herwiha bûye Sekreterê Komeleya Rencidêran.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran di sala 1981ê de zewicî ye û bavê du kur û keçekê ye.

Yek ji damezrînerên YNKê ye û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê bûye. Di nava YNKê de baskê reformê ava kiriye û di sala 2006ê de dest ji karên hîzbî yên YNKê berdaye.

Newşîrwan Mistefa paşî Kompanya Wişe ava kiriye û di sala 2009ê Lîsta Goran ava kiriye. Xwediyê çendîn pirtûkên siyasî, dîrokî û wêjeyî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x