Profesorê Kurd hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin

Banka Bipêşketinê ya Îslamî (IsDB) Xelata Serkeftina Bibandor a di Aboriya Îslamî de ya 2024an da profesorê Kurd Mehmet Asutay.

30.04.2024, Sal - 10:01

Profesorê Kurd hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Banka Bipêşketinê ya Îslamî (IsDB) Xelata Serkeftina Bibandor a di Aboriya Îslamî de ya 2024an da profesorê Kurd Mehmet Asutay.

Mehmet Asutay ji ber xebatên xwe yên girîng û bibandor ên di warê aborî û darayiyê ya Îslamê de hêjayî xelata Banka Bipêşketinê ya Îslamî hat dîtin.

Prof. Asutay ji hêla komîteyeke serbixwe ya pisporên ji derveyî koma Banka Bipêşketinê ya Îslamî (IsDB) ve hat hilbijartin.

Mehmet Asutay 28ê Nîsanê li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê bi merasimekê hat xelatkirin.

Profesorê Kurd Mehmet Asutay xelata xwe ji destên Serokê Banka Bipêşketinê ya Îslamî Dr. Muhammad Al Jasser û Alîkarê Serokê Bankê Dr. Mansur Muhtar wergirt.

Mehmet Asutay li Zanîngeha Durhamê Profesorê Rojhilata Navîn û Aborî û Darayiya Siyasî ya Îslamî ye.

Asutay bi taybetî bi lêkolînên xwe yên nûjen ên li ser aboriya exlaqî ya îslamî û bipêşketina darayiya Îslamî bi rengekî ku piştgiriyê dide pêşketina domdar û refaha mirovan bal kişand ser xwe.

Herwiha Prof. Asutay li ser Aboriya Siyasî ya Îslamî, Aboriya Siyasî ya Bipêşketinê ya li Rojhilata Navîn, di nav de Aboriya Siyasî ya Tirkiyeyê û Aboriya Siyasî ya Kurd jî dersan dide.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:01:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x