Serok Barzanî li ser çawaniya gihandina alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê lêkolînê dike

Serok Mesûd Barzanî bi riya pêwendiyeke telefonî bi Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed re, ji nêzîk ve rewşa xelkê Cindirêsê û ziyandîtiyên erdhejê dişopîne.

11.02.2023, Cts - 15:44

Serok Barzanî li ser çawaniya gihandina alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê lêkolînê dike
Nuçe Belav bike

Karwaneke alîkariyan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duhî 10ê Sibata 2023an gihiştî herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û dest bi dabeşkirina alîkariyan li ser ziyandîtiyên bajarokê Cindirêsê kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Sibata 2023an di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed, destxweşî li karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku bi hawara erdhejê çûnê û tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî raspard ku bê cudahî alîkariya hemû pêkhateyên xwecihî yên Efrînê bikin.

Li hemberê jî Efrîniyan spasiya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirin ku bi hawara wan ve hatine û alîkariyên cuda gihandine wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:56:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x