Serok Barzanî serdena Kosret Resul kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resul kir ku piştî tedawiya xwe vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

21.01.2018, Paz - 19:46

Serok Barzanî serdena Kosret Resul kir
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê YNKê Kosret Resûl ku di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bû, 11ê Mijdara 2017an ji ber nebaşbûna rewşa tenduristiyê li Silêmaniyê nexweşxaneya Farûq ketibû bin neştergeriyekê.

Resûl li 16ê Mijdarê jî bo nexweşxaneyeke Almanyayê hatibû veguhestin û ji wê demê ve li wir hatibû derman kirin. Kosret Resul piştî tedawiya xwe ya li Almanya vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniya ku piştî hevdîtinê de hatiye belav kirin de tê gotin ku: "Di vê serdanê de Serok Barzanî bi cêr hatina Kosret Resûl kir û hêviya tendirustî û saxlemiyê ji wî re xwast. Her du alî nêrîna xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê û pêşhatên herî dawî û proseya siyasî ya Kurdistanê anîn ziman."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:12:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x