Serok Barzanî supasîya Kelîmullahî Tewehûdî kir

Li dema pêşwazîkirinê li Kelîmullahî Tewehûdî, Serok Mesûd Barzanî sûpasîya wî kir bo zindîhêştina huner û kiltora Kurdên Xurasanê. Tewehûdî jî dibêje: Mezintirîn hêvîyên jîyana min bicih hat.

23.04.2019, Sal - 10:53

Serok Barzanî supasîya Kelîmullahî Tewehûdî kir
Nuçe Belav bike

Roja sêşem 23.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dîroknivîs û rewşenbîr û hunermendê navdarê Kurdê Xorasanê Mamosta Kelîmullahê Tewehudî kir.

Li vê hevdîtinê de Mamosta Kelîmullahê Tewehudî spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku niha mezintirîn hêviya jiyana min pêkhatiye. Paşê bi kurtî li ser dîroka Kurdê Xorasanê û hemû pertûk û nivîsînên xwe yên li warê dîrok û edeb û huner û rewşa niha ya wê beşê gelê me yên li wan navçeyan xisterû.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina germê Mamosta Tewehudî, spasî hewl û keda wî ya ji bo nivîsîna dîroka beşekî girîngê gelê Kurd kir. Her wiha ji bo hewlên wî yên li warê zîndî ragirtina huner û çanda Kurdên Xorasanê destxweşiyê lê kir û hêviya serkeftinê li kar û projeyên Mamosta Tewehudî ya paşarojê da xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1036 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x