Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Oxir Be Kek Feyyaz

Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Feyyaz Ekmen îro(04.05.2021) li Kercewsê ya Nevçeya Batmanê(Êlih) hate veşartin.Ji ber qedexeyên Covîd-19ê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveber û endam û alîgirên PAKê, welatperwerên Kurdistanê û aqreba, nas û dos û hezkirîyên kek Feyya Ekmen mixabin nikarîbûn beşdarî merasîma veşartina cenazeyê wî bibin.

04.05.2021, Sal - 12:55

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Oxir Be Kek Feyyaz
Nuçe Belav bike
Lê dîsa jî girseyeke mezin ji malbat û aqrebe û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen , hinek rêveberên PAKê û welatperên Kurd beşdarî veşartina cenazeyê bûn.

Endamê Komîteya Birever a PAKê Orhan Kaya û endamên Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey, Bedran Acar, Aziz Özdemir, Mehmet Ali Yılmaz, Ömer Erdem, Şeyhmus Ünal, Ahmet Öztekin karîbûn beşdarî veşartina cenazeyê bibin û hemû PAKî li wê derê temsil kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber û endam û alîgir û dostên PAKê mesajek şand. û mesaja Serokê PAKê ji alîyê endamê Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey ve li ser mezel hate xwendin.Teksta mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik weha bû:

‘Oxir Be Kek Feyyaz

Ez jî, gelek heval û dost û hezkirîyên Kek Feyyaz jî, gelek welatperwerên Kurdistanê jî, bi hezaran kes ji ber qedexeyên vê kambaxa pandemîyê mixabin me nikarîbû nuha tabûta Kek Feyyaz hilgirin û kulmek axa mezelê wî bêhn bikin û xatir jê bixwazin. Lê nuha dilê me hemûyan jî li wê derê li gel malbat û heval û dost û hezkirîyên kek Feyyaz lê dide.

Em soz didin ku gava qedexe rabin, hema rewş hinekî normalîze bibe, di demeke minasîb de, emê miheqeq bêne seredena te kek Feyyaz.

Rast e kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. Lê ji îro pê ve jî, li her çar alîyê cîhanê kek Feyyaz di dilê bi hezaran kesî de dê bijî.

Kek Feyyaz bi kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa xwe dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, wek kadroyekî, wek rêberekî PDK-Tyê, KİP-DDKDyê û PAKê bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo Doza Azadîya Kurdistanê, bêwestan her di nav refên têkoşînê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.

Ew bi can û dil Kurdistanî bû; edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû. Herweha kek Feyyaz, bingehê şexsîyeta xwe ji malbata xwe ya welatperwer jî wergirtibû.

Em soz didin ku wê alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz heta îro tu carî li erdê nexist, emê her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet û pîroz de bimeşin.Tu şika me jê tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û di Kurdistaneke azad de, dê gelê me mizginîyê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê.

Tu gotin têrê nake ku em xem û êşa xwe jî, hezkirina ji Kek Feyyaz jî, rûmet û serbilindîya bi naskirina wî jî tarîf bikin.

Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.

Gelê Kurdistanê jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Xwedê bi rehma xwe şad bike, cîhê wî biheşt be.

Bila serê Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî , serê hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê, serê me hemû hevalên kek Feyyaz û bila serê gelê Kurdistanê sax be.

04.05.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 882 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad