Xamaney serdana Kîrmaşanê kir

Reberê Komara Îslamiya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî îro gihîşt Kirmanşanê û armanca seredana Xameneyî ji bo Kirmaşanê ewe ku ji nêzîk ve haydarî rewşa navçeyê û xelkê ziyandîtî yên erdhejê bibe.

20.11.2017, Pts - 09:15

Xamaney serdana Kîrmaşanê kir
Nuçe Belav bike

Berî niha komîteyeke taybet ji aliyê ofîsa Ayetullah Elî Xameneyî ve gihîştiye navçeyên ziyandîtî ji bo ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa xelkê bibe û radeya ziyanên wê erdhejê bibîne.

Elî Xameneyî herwiha di peyamekê de daxwaz ji hemû saziyên leşkerî û îdarî yên Îranê kiribû, bi hemû awayî bi hewara kesên ziyandîtî ve biçin.

Ev seredana Rêberê Îranê ji bo parêzgeha Kirmaşan di demekê de ye ku yek ji nûnerên wî bi navê Wehîd Heqniyan red kiribû ku pirsgirêka standartbûna bînasaziya pirojeya niştecîbûna Mêhir hebe ku di encama erdhejê de bi ser xelkê de ketiye.

Hêjayê gotinê ye, ku roja Yekşemê 12-11-2017, erdhejeke bi hêz a 7.3 pileyên rîxterê parêzgeha Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê rû da û piraniya Başûrê Kurdistanê jî hejand.

Li gorî amarên fermî heta niha 474 kesan li Kirmaşanê canê xwe ji dest daye û bi hezaran kesên din jî birîndar in. Lê beriya çend rojan Parlamenterê Kirmaşanê Ehmed Seferî ragihand, ku hejmara miriyan zêdetirî hezar kesan e. Seferî got, ku gelek kes hatine veşartin lê nav û amarên wan nîne. Li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan canê xwe ji dest dan. Herwiha bi hezaran malbat jî bê xanî mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x