Ahmet Turk: Li kû dera dinyayê Kurdek hebe dijmintiya wî dikin

Ahmet Turk li ser siyaseta Tirkiyeyê ya li beramberî Kurdan got, “Li kû dera dinyayê Kurdek hebe dijmintiya wî dikin.”

05.06.2024, Çar - 10:12

Ahmet Turk: Li kû dera dinyayê Kurdek hebe dijmintiya wî dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê vê mehê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

“Me texmîn nedikir”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li ser tayînkirina qeyûm got:

“Me texmîn nedikir ku dê cara sisêyan vê xeletiyê bikin. Di vê rewşê de ne qanûneke bingehîn a nû çêdibe ne jî normalbûn.”

Ahmet Turk danîna qeyûm ji gazateduvarê re nirxand û pirsên Ceren Bayarê bersivandin.

“Ne hiqûq ne jî edalet heye”

Ahmet Turk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nîne û anî zimên:

“Em wekî welatiyên welatekî ku bêhiqûqî heye û demokrasî nîne êşeke mezin dikişînin.

Ev serdemek e ku ne hiqûq ne jî edalet heye. Cara sisêyan hewl didin ku vîna gel xesp bikin.”

“Li kû dera dinyayê Kurdek hebe dijmintiya wî dikin”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bal kişand ser polîtîkayên dijminane yên ku Tirkiye li beramberî Kurdan dimeşîne û got:

“Siyasetek tê şopandin ku li kû dera dinyayê Kurdek hebe dijmintiya wî dikin.

Ev bandoreke mezin li hemû gelên Tirkiyeyê dike û wan ji demokrasiyê dûr dike.”

Ahmet Turk diyar kir ku siyaseta normalbûnê ya Tirkiyeyê Kurdan li xwe nagire û diyar kir ku xeyn ji CHPyê helwesta hemûyan neyînî ye.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel  ragihandibû ku ew li dijî tayînkirina qeyûman in.

“Daxuyaniyên Ozgur Beg dilxweşker bûn”

Ahmet Turk ev helwesta Ozel wekî gaveke erênî nirxand û got:

“Daxuyaniyên Ozgur Beg bi rastî dilxweşker û hêvîbexş bûn.

Birêz Ozgur Ozel baş dizane bê ma daxwazên me çi ne.

Ez hêvî û bawer dikim ku Ozgur Beg bi awayekî xurt demokrasiyê biparêze da ku desthilat ji vê xeletiyê rizgar bibe.”

Gelo dê polîtîkaya danîna qeyûman bidome?

Ahmet Turk li ser egera ku hikûmet qeyûman dayine ser şaredariyên din ên DEM Partiyê jî wiha got:

“Hûn nizanin bê ma dê li welatekî wiha sibe çi biqewime.

Li welatekî ku edalet û hiqûq nebin dibe ku her tişt rû bide.

Ev serdemek e ku eqil û mantiq ji binî ji holê rabûne.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:34:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x