Altan Tan: Peyman û tifaqa Ocalan û Erdogan hebû

Siyasetmedar Altan Tan li ser gotara Erdogan a li Amedê got, “Di pêvajoya aştiyê de Erdogan û Ocalan li hev hatin û peyman û tifaqa wan hebû lê ew tişt xirab birin.”

29.03.2024, Cum - 09:07

Altan Tan: Peyman û tifaqa Ocalan û Erdogan hebû
Nuçe Belav bike

Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan li ser serdan û gotara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amedê ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî.

Altan Tan da zanîn ku Erdogan gelek peyam dane û peyamên wî jî wisa ne:

“Yên ku dibêjin Erdogan peyamek nedaye, ew dixwazin PKK siyaseta xwe ya 40 salî berdewam bike. Çek di destê PKKyê de hebe û berdewam bike û hikûmet û dewletî jî bi PKKyê re rûnê û biaxive.

Ew tişt êdî ne mimkun e. Erdogan negot Pirsgirêka Kurd tune ye. Erdogan negot Pirsgirêka Kurd bi dawî bûye. Negotiye ez êdî ti gotinekê nakim. Erdogan gotiye, eger kesekî xwedî gotin hebe ez dê pê re biaxivim.

Ez bi her kesê ku çek di destê wî de be û siyaseta xwe ya berê berdewam bike re çi tekîliyekê danayînim. Ewqasî zelal gotiye.”

“Peymana wan hebû, tifaqa wan hebû”

Altan Tan amaje bi wê yekê jî kir ku mixetabên peyamên Erdogan, PKK û DEM Partî bûn û got:

“Mixetabê Erdogan bi taybetî PKK û DEM Partî bûn. Heta PKK dev ji çekan bernede di wê pozîsyonê de li Enqereyê gotûbêj ne mimkun e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Altan Tan pêvajoya çareseriyê ya salên 2011-2015an jî bi bîr xist û got:

“Sala 2013an ez jî çûbûm cem Abdullah Ocalan, dema pêvajoyê ez jî di nava şandeyê de bûm. Wê demê Erdogan û Abullah Ocalan li hev hatin. Peymana wan hebû, tifaqa wan hebû. Ew tişt jî gelekî zelal e.

Wê demê Abdullah Ocalan daxuyanî da. 21ê Adara 2013an nameya Ocalan hat xwendin. Ocalan got, ji îro pê ve êdî dewra çekan qediya. Ji îro pê ve em doza xwe bi rêya demokratîk dimeşînin.”

“Heta çek di destê PKKyê de be diyalog çênabe”

Altan Tan di bersiva pirsa “Çima ew peyama Ocalan bi cih nehat?” jî got:

“Qendîlê qebûl nekir, Îranê qebûl nekir, Amerîkayê qebûl nekir, Yekîtiya Ewropayê qebûl nekir. Dewleta kur a Tirkiyeyê, cemaeta Fethullah Gulen qebûl nekir.

Wan ew pêvajo xerab kir. Peymana Abdullah Ocalan û Erdogan hebû.”

Derbarê destpêkirina îhtimala pêvajoya aştiyê jî Altan Tan got:

“Îro pêvajo gelekî zelal e. Ne mimkun e çek di destê PKKyê de be û dewlet û hikûmet dest bi rûniştin û axaftinan bikin. Çi mimkun e? Çekan dayînin û rêyên demokratîk vekin.

Partiyên siyasî hene, komele û weqf hene, televîzyon hene. Bi rêyên demokratîk em dikarin bimeşînin. Heta ku PKK dev ji çekan bernede ne mimkun e tiştekî nû çêbibe.”

“Elewî û çepgirên Tirk ên marjînal li DEM Partiyê xwedî desthilat in”

Altan Tan behsa zalbûna çepgirên Tirk bi ser DEM Partiyê de jî kir û got:

“Niha çepên marjînal ên Tirk û Elewiyên ne dîndar Elewiyên ne olperest, ateîst di nava DEM Partiyê de xwedî desthilat in. Elewiyên olperest kî ne?

Ew Elewî ne ku baweriya xwe bi Hazretî Elî, 12 Îmaman, Kerbela û Aşûreyê tînin. Elewiyên Tirkiyeyê haya wan ji Elewîtiyê jî tune. Bê dîn in û çep in, Sosyalîst in û Marksîst in. Ew naxwazin. Niha ew fikir li DEM Partiyê xwedî hukim e.

Ji yên daxwaza Kurdî û Kurdewariyê dikin re dibêjin ew kevneperest in, paşketî ne. Em nabêjin Erdogan gelekî baş e. Erdogan gelekî dixwaze. Dema çek di destê Kurdan de be, ew wê dikin bahane.

Dewleta kûr a Tirkiyeyê jî naxwaze PKK dev ji çekan berde. Niha rewşa aborî gelekî xirab e, bêkarî heye, dizî heye bihabûn heye lê partiya Erdogan naxwaze ew tişt werin rojevê û bên nîqaşkirin.

Dibêjin, welat parçe dibe. Em di metirsiyê de ne. Dema welat diçe bihabûn çi ye! Bêkarî çi ye?! Dizî çi ye? Bi wê siyasetê deshtilata xwe dimeşîne. Çeka PKKyê dibe bahane ji AKPyê re û ji desthilatê re.”

Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x