Berbijêrê PDKê yê serokomariya Iraqê diyar bû

Çavkaniyek ji Parlamentoya Iraqê ragihand, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên wek berbijêrê PDKê yê serokomariyê hate berbijêrkirin.

23.09.2018, Paz - 12:24

Berbijêrê PDKê yê serokomariya Iraqê diyar bû
Nuçe Belav bike

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ku ew jî dê ji bo postê serokomariya Iraqê namzedekî destnîşan bikin, çavkaniyekê ji Parlamentoya Iraqê eşkere kir, ku namzedê PDKê Fuad Husên e. Lê heta niha PDKê di vê derbarê de ti daxuyaniyeke fermî ranegihandiye.

Li gorî rêkeftina di navbera pêkhateyên Iraqê de postê serokomariyê para Kurdan e. Piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, li gorî Destûra Iraqê divê di nav mehekê de serokomar were hilbijartin da ku ew jî erkê pêkanîna hikûmnetê bide fraksiyona herî mezin a parlamentoyê.

Heta niha Berhem Salih, Omer Berzencî, Serdar Ebdullah, Kemal Qeytulî, Selîm Şûşkeyî û Sîrwe Ebduylwehîd xwe ji bo serokomariyê kirine berbijêr.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1074 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x