Berdevka PKKê: Me rê neda Amerîka Rojavayê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê ve girê bide

Berdevka PKKê aşkera kir, wan rê li planekî Amerîkayê girtiye, ku dixwest herêmekî wekî Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê damezrîne.

09.12.2022, Cum - 13:43

Berdevka PKKê: Me rê neda Amerîka Rojavayê Kurdistanê bi Herêma Kurdistanê ve girê bide
Nuçe Belav bike

Berdevka PKKê Hêlîn Umîd beşdarî bernameyekî taybet a Medya Haber a ser bi PKKê bû û ragehand: ‘’Eger PKK neba, Amerîkayê dê sûd ji rewşa Rojavayê Kurdistanê wergirtiba û herêmekî wek Herêma Kurdistanê dê pêkanîba.’’

Herwaha aşkera kir li gor plana Amerîkayê, ew herêma li Rojavayê Kurdistanê dihate pêkanîn jî, dê bi Herêma Kurdistanê û PDKê ve hatiba girêdan, lê li gor gotinên wê, wan wek PKK rê li wê plana Amerîkayê girtiye.

Gelek caran çavdêr vê yêkê dibêjin ku, eger Amerîka neba, PKK di ti rewşekî de nedikarî li Rojavayê Kurdistanê bimîne, ji ber wê jî vê yekê wek bêwefayî li hember xelk û axa Kurdistanê û heta wek li hember piştevaniyên Amerîkayê yên di dema borî ji bo wê partiyê jî pênase dikin.

Berî naha BasNewsê bi dehan çavkaniyên cuda cuda ve aşkera kiriye ku PKK partiyekî ji aliyê welatên dagirkerên Kurdistanê ve tê bikaranîn e û bi armanca dijatiya kurd û doza kurd hatiye ava kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x