Li bersûcên doza Narîn Guranê ceza hat birîn

Di rûniştina doza Narîn Guranê de li 15 kesên dihatin darizandin ceza hat birîn.

31.05.2025, Cts - 10:33

Li bersûcên doza Narîn Guranê ceza hat birîn
Nuçe Belav bike

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çilûyê yê navçeya Rezanê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.

Dadgehê di doza kuştina Narîn Gurana 8 salî de li Yuksel Guran, Enes Guran û Salîm Guran cezayê giran ê heta hetayê û li Nevzat Bahtiyar jî 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Doza têkildarî kuştina Narîn Guranê didome.

Doza ji ber tawenê “veşartina sûcdaran” hatiye vekirin jî li  Dadgeha 17emîn a Cezayên Giştî ya Amedê hat dîtin.

Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fuat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy wekç gumanbarên girtî û keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û 3 zarokên din wekî bersûcên negirtî bi giştî 15 tên darizandin.

Di rûniştina çaremîn a doza ku girtî hat dîtin de 12 bersûc û 3 zarokên tevî sûcê bûne û parêzerên wan amade bûn.

Di rûniştinê de parêzerên Komeleya Têkoşîna Dijî Îstismara Zarokan a Mamoste Saadetê  û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî cihgirtin.

Rûniştin bi xwendina mitalaya dozgerê komarê ya derbarê esasê de dest pê kir.

Derbarê mitalayê de 6 jê girtî 12 bersûcan û 3 zarokên tevî sûcê bûne parastin kir û wan îdia kir ku bêsûc in û wan bereata xwe xwest.

 Di dozê de biryar hat eşkerekirin

Dadgehê piştî navberê biryar da ku ji 15 kesên ku ji ber "veşartina sûcdaran" dihatin darizandin Bîrsen, Fuat û Maşallah Guran bi 3 sal û 6 meh hepsê bên cezakirin.

Dadgehê ji bo Mehmet Selim Atasoy, Mehmet Şevket Kaya û Muhammed Kayayê karkerên Salim Guran jî 3 sal cezayê hepsê da û bi vê re jî biryara tahliyeyê da.

Dadgehê ji bo bersûcên negirtî Hediye Guranê 3 sal û 6 meh, Şeyma Kaya, Îbrahîm Halîl Guran, Bariş Guran, Kurtuluş Guran û Omer Faruk Guran 3 sal cezayê hepsê da.

Dadgehê her wiha ji bo zarokên tevî sûcê bûne R.A'ya (16) salek û 3 meh, M.G (16) û Î.K'ye (17) jî salek û 8 meh cezayê hepsê da û eşkerekirina hikmê bi paş xist.

Li gorî madeya 23yemîn a Qanûna Parastina Zarokan biryar hat dayîn ku 3 zarok seranserê 3 salan di bin kontrolê de bin.

Dadgehê her wiha biryar da ku tedbîrên kontrola edlî yên ji bo Kurtuluş Guran, Omer Faruk Guran û zarokê tevî sûcê bûye M.G de bi dawî be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x