Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu 18-23yê Gualanê hatibû Herêma Kurdistanê.
Davutoglu bajarên Silêmanî, Hewlêr û Kerkûk ên Başûrê Kurdistanê ziyartet kiribûn.
Ahmet Davutoglu piştî ku vegeriya Tirkiyeyê nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê bi nameyekê ji Serokê Giştî yê MHPyê re şandin.
Davutoglu da zanîn ku pêvajoya ku Bahçelî daye destpêkirin li herêmê piştgiriyê dibîne.
Bahçelî bi rêya telefonê bersiva Ahmed Davutoglu da.
Bahçelî diyar kir ku wan sûd ji nirxandinên Davutoglu wergirtine û spasiya wî kir.