Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 19ê Adarê de bi îdiaya "gendelî û terorê" li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dabû destpêkirin, operasyona pêla 5emîn dest pê kir.
Serokê Şaredariya Buyukçekmece Hasan Akgun, Serokê Şaredariya Gaziosmanpaşa Hakan Bahçetepe, Serokê Şaredariya Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Seyhanê Oya Tekîn, Şaredarê Ceyhanê Kadîr Aydar, Birêvebirê ÎSFALTê yê Kompanya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Burak Korzay û endamê Meclisa Partiyê ya CHPyê Baki Aydoner jî di nav de ji bo 47 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Li malan pişkinîn û lêgerîn berdewam e û kesên derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn tên desteserkirin.
Heta niha derbarê naveroka operasyonê û sedema desteserkirinan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.