Fraksiyonên Kurdistanî: Siyaseta Wezareta Darayî gihîştiye asta birçîkirin û şerê jiyara fermanberan

Fraksiyonên Kurdistanî: Me bi awayekî fermî ji Sûdanî xwest ku vê pirsê çare bike

30.05.2025, Cum - 10:03

Fraksiyonên Kurdistanî: Siyaseta Wezareta Darayî gihîştiye asta birçîkirin û şerê jiyara fermanberan
Nuçe Belav bike

Fraksiyonên Kurdistanî li Civata Nûnerên Iraqê ragihandinek li ser nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê belav dikin û radigihînin, “Ev biryar li dijî jiyara rojane ya welatiyên Herêma Kurdistanê ye.”

Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê doh (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got, “Em ji ber biryara Wezareta Darayî ya Federal û rawestandin, nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê matmayî mane.”

Fraksiyonên Kurdistanî amaje jî daye, “Bi liberçavwergirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber polîtîkayên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne gihîştiye asta birçîbûn û şerê jiyara wan rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûrê Iraqê ye, ku li dû madeya 37/Yekê parastina rêz û rûmeta welatiyan bê ku şert û merc çi bin garantî dike.”

Fraksiyonên Kurdistanî di pareke din a ragihandina xwe de gotiye, “Tiştê ku Wezareta Darayî ya Federal li dijî mûçexurên Herêma Kurdistanê dike li dijî madeya 14ê ya destûrê ye, ku mafê wekhevî û dadperweriyê ji bo tevaya welatiyên Iraqê li seranserî wî welatî garantî kiriye.”

Fraksiyonên Kurdistanî ron jî kiriye ku, li ser bingeha wijdana neteweyî, erkê mirovî û berpirsiyariya exlaqî, wan bi awayekî fermî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku bi lez destwerdanê bike da ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên şandin û mafên welatiyan bi ti nakokiyeke siyasî û teknîkî ve neyên girêdan, ji ber ku mûçe ne minet lê mafekî destûrî û mirovî ye ku ji welatiyan re hatiye garantîkirin. Ji ber vê yekê, derengxistina wê dê cezakirineke bikom be û tenê fermanber dê wê cezayê werbigirin.

Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê herwesa gotiye ku, wan daxwaza çareseriyeke bingehên û herdemî ji bo pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo vê armancê jî ew li benda bersiva Serokwezîrê Iraqê ne ku gavên pêdivî biavêje da ku li gorî azarên fermanber û welatiyên Herêma Kurdistanê be.

Fraksiyonên Kurdîistanî li dawiyê jî daxwaza ji serokomar û wezîrên Kurd ên di hikûmeta federal de kir ku, helwesta xwe ya ron û eşkere li ser wan dijminatiyên li dijî fermanberên Herêma Kurdistanê tên kirin nîşan bidin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:08:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x