Cengîz Çandar bangî rêveberiya Başûr kir: Cesaretê bidin Erdogan

engîz Çandar got, “Ez dixwazim bi bangî rêvberiya Herêma Kurdistanê bikim: Hevesa Erdogan a êrişkirina axa Kurdistanê zêde mekin, cesaretê bidin Erdogan da ku dîsa bikeve rêya çareseriyê.”

02.04.2024, Sal - 11:12

Cengîz Çandar bangî rêveberiya Başûr kir: Cesaretê bidin Erdogan
Nuçe Belav bike

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Li gorî encamên destpêkê, CHP bi rêjeya ji sedî 37,68ê dengan bû partiya yekem.

AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 35,54ê dengan bû partiya duyem û gelek şaredarî ji dest dan.

Palamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Cengîz Çandar piştî hilbijartinan pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Li Stenbolê Namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu bi ferqeke zêde bûbû yekemîn.

Cengîz Çandar li ser girîngiya Stenbolê got:

“Ev hilbijartin ji destpêkê ve wekî ‘Hilbijartina Stenbolê’ dihat dîtin û gera yekem a hilbijartinên 2028an ên serokkomariyê bû.

Encameke gelekî baş derket ku kes ne li hêviyê bû.

Dihat texmînkirin, heke Ekrem Îmamoglu bi ser bikeve dê sala 2028an bibe serokkomar û dê serdema Erdogan biqede.

Di serkeftina Îmamoglu de bandora dengên Kurdan gelekî zêde bû çimkî derdora 4-5 milyonan Kurd hene li Stenbolê.”

“DEM Partiyê xwe li Stenbolê gelekî neşidand”

Cengîz Çandar li ser helwesta DEM Partiyê ya li Stenbolê ve nirxandin kir:

“DEM Partiyê li Stenbolê namzed nîşan da lê bi rastî xwe gelekî neşidand.

Heke ev hilbijartineke giştî ba dê encam ne wilo ba.

Ji sedî 70yê alîgirên DEM Partiyê piştgirî da Îmamoglu û di serkeftina wî de bûn xwedî roleke girîng.

Bi ya min ev ne tiştekî şaş bû. Gelek endamên DEM Partiyê di çarçoveya ‘Lihevkirina li Bajaran’ de ji lîsteyên CHPyê ketin meclîsên bajaran.

Biha dê DEM Partî di meclîsa bajêr de koma xwe ava bike û cara ewil e ku ev rû dide.

Alîgirên DEM Partiyê rayên stratejîk dan.

Ji bo nirxandina rast a DEM Partiyê li Kurdistanê binêrin. Kî li Kurdistanê bi ser ket?

DEM Partî bûye nûnera gelê Kurd û ev yek bê nîqaş e. DEM Partiyê hemû şaredariyên xwe dîsa standin.”

Pêvajoya aştiyê

Çandar li ser pirsa “Gelo dê ev stratejiya DEM Partiyê bandorê li egereke pêvajoya aştiyê bike? Jî got:

“Rayedarên DEM Partiyê negotiye dê piştî hilbijartinan pêvajoyeke aştiyê dest pê bike.

Leyla Zana, Ahmet Turk û Selahattîn Demîrtaş li ser vê mijarê daxuyanî dan.

Tiştê ku tê gotin ev e: Heta sala 2028an dê Erdogan serokkomar be, ji ber vê yekê jî eger pêvajoyeke aştiyê çêbibe mixetabê vê yê xwezayî dê Erdogan be çimkî ew li ser hukim e.

“Cesaretê bidin Erdogan”

Cengîz Çandar pirsa “Gelo CHP dikare pêvajoyekê bide destpêkirin?” wiha bersivand:

“Şeva borî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî serkeftina partiya xwe peyamên gelekî erênî dan.

Behsa gelê Kurd û demokratên Kurd kir. Îmamoglu jî got ku ew li Stenbolê Kurdan jî temsîl dike.

Profîla niha ya CHPyê ne wekî ya berê ye, ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku CHP dê beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe û roleke erênî bilîze.

Erdogan vî karî dixitimîne çimkî heta 2028an ew li ser kar e.

Ez dixwazim bi rêya Rûdawê bangî rêvberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd ê li Başûr bikim: Hevesa Erdogan a êrişkirina axa Kurdistanê zêde mekin, cesaretê bidin Erdogan da ku dîsa bikeve rêya çareseriyê.

Dema we caseret dayê û giraniya we derket holê em dê karibin wê demê li Tirkiyeyê ji şer zêdetir behsa aştiyê bikin.

CHP ne CHPya berê ye. Dibe ku ji bo zindîkirina pêvajoya aştiyê şansek ketine destên me.

Lazim e ev ji bîra me neçe: Nûnerê gelê Kurd ê li Tirkiyeyê DEM Partî ye. Ev di hilbijartinan de derket holê.”

“Me bi kesî re tifaq nekiriye”

Cengîz Çandar diyar kir ku DEM Partiyê rêya sêyem daye ber xwe û nebûye alîgir û berdewam kir:

“Tenê di çarçoveya lihevkirina li bajaran de li Stenbolê û Mêrsînê me piştgiriyeke qismî da CHPyê.

Encamên vê jî baş bûn. Xeyn ji vê, me bi kesî re tifaq nekiriye û DEM Partiyê mohra xwe li hilbijartinan daye.”

“6 hezar û 541 leşker anîn Şirnexê”

Çandar da zanîn ku DEM Partiyê hejmara şaredariyên xwe ji 65an derxistiye dora 80yî û got:

“Hejmara bajarên ku ketin destê DEMê ji 8an bû 10. Divê 3 bajarên din jî bistîne.

6 hezar û 541 leşker anîn Şirnexê, kesên ku çavên wan bi Şirnexê neketiye hatin li wê derê deng dan.

Li Qersê jî heman tişt bû. 3 hezar û 842 leşker anîn Qersê û li Bedlîsê jî heman rewş heye. Divê ev her sê bajar bên standin.”

“Hûn jî ji Erdogan re bibêjin”

Çandar careke din banga xwe ya ji bo rayedarên Herêma Kurdistanê dubare kir û got:

“Hûn jî ji Erdogan re bibêjin bila dev ji wan gotinên ‘dûvikên PKKyê’ û ‘teroristan’ê berde.

Bêguman hûn Kurdan temsîl dikin. Hûn rêveberiya Herêma Kurdistanê ne.

Ji ber vê yekê dê rola we ya ji bo aştiya li Tirkiyeyê gelekî girîng be.

Ez vê jî bibêjim, rêveberên Herêma Kurdistanê dostên min in.

“Kurd li Tirkiyeyê di bin zilm û zoreke ecêb de dijîn”

Cengîz Çandar, pirsa “Gelo li ser pirsa Kurd ti projeya CHPyê heye?” bi vî rengî bersivand.

“Hûn çima vê pirsê ji bo AK Partiyê napirsin lê tim ji bo CHPyê dipirsin?

Ev 7-8 sal in ku Kurd li Tirkiyeyê di bin zilm û zoreke ecêb de dijîn.

Îradeya wab hat xespkirin, qeyûm danîn cihê kesên ku wan hilbijartine.

Li Tirkiyeyê desthilata AK Partiyê heye lê hûn pirsan li ser CHPyê dikin ne li ser AK Partiyê.

Ez dîsa jî bersiva we bidim. CHP piştî vê hilbijartinê bû partiya herî mezin a Tirkiyeyê.

Rêveberiya CHPyê piştî hilbijartinên par guherî.

Serokê CHPyê piştî serkeftinê di axaftina xwe de got ku dê CHP êdî mafên Kurdan biparêzê. Ev rûdaneke erênî ye.

“Em gelekî hêvîdar in”

Ekrem Îmamoglu jî dizane ku gelek Kurdan dengê xwe daye wî.

Dibe ku Îmamoglu 2028an bibe serokkomar û zimanekî wî yê erênî heye.

Ev yek tê fêhmkirin ku dê CHP helwesta xwe ya li beramberî Kurdan biguhere.

Em jî wekî wan partiya mixalefetê ne. Barê ser pişta me ye ku em wan ji bo çareseriyê teşwîq bikin û em ji bo vê jî texsîr nakin.

Em gelekî hêvîdar in ku dê CHP helwesta xwe ya heta niha biguhere.”

Demên dawiyê li Tirkiyeyê behsa makezagoneke nû tê kirin.

“Demîrtaş çima li Edîrneyê girtî ye?”

Cengîz Çandar da zanîn ku Erdogan gelekî girîngiyê dide vê mijarê lê niha di rewşeke gelekî qels de ye û berdewam kir:

“Erdogan di dema xwe ya herî qels de ye, niha hejmara wan têrî makezagoneke nû nake.

Mecbûr in ku li deriyê me bixin, em dê jî şertên xwe bibêjin.

Lazim e pênaseya welatîbûnê biguhere û Kurdî bibe zimanê fermî.

AK Partî ji bo makezagona nû mecbûr e li deriyê me bixe lê ev yek bi zimanê dijminatiyê û bi pênaseyên wekî ‘teroristan’ê nabe.

Hem dê van tiştan bibêjim û hem jî dê behsa destûra nû bikin. Berê dev ji van gotinan berdin.

Demîrtaş çima li Edîrneyê girtî ye? Divê niha azad ba û li Amed an jî Enqereyê ba.

Bi sedan bi hezaran girtiyên Kurd hene, divê ew bên berdan.

“Tim heqaret û gef hene”

Selahatîn Demîrtaş di girtîgehê de ye, Gultan Kışanak di girtîgehê de ye, Osman Baydemîr hatiye nefîkirin.

Tim heqaret û gef hene lê dê werin bibêjim ‘Ka em destûreke nû binivîsin.’

Berê wan mirovên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin berde, îradeya gel dîsa teslîmî gel bike û em dê paşê rûnin bi te re biaxivin.

Jixwe em aştî û dîyalogê dixwazin.”

“Dema axaftina li ser aştiyê ye”

Cegîz Çandar li ser egere danîna qeyûman û êrişkirina Rojavayê Kurdistanê jî got:

“Piştî encamên hilbijartinan egera operasyonên leşkerî zehmettir e lê dibe ku berê xwe bidin rêyeke wiha.

Ji ber vê jî divê em bikin ku dev ji vî tiştî berdin. Ev tenê bi xwestekeke ku li Tirkiyeyê tê kirin nabe.

Rol, girîngî û nirxê rêveberiya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de gelekî zêde ye.

Em dikarin li vir, hûn jî dikarin li wir rola xwe bigerînin û divê hûn bikin jî çimkî ji operasyonên leşkerî ti encam dernakeve.

Xwîn û kuştin xeyn ji xerakirina pêwendiyên Kurd û Tirkan ti encamê nadin.

Niha ne dema axaftina li ser şer, dema axaftina li ser aştiyê ye.”

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x