Civata Serkirdatiya Partî qonaxên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê û rewşa navçeyên Kurdistanî gengeşe dike.
Îro Civata Serkirdatiya Partî bi serpereştiya Serok Barzanî dicive, di civînê de qonaxên pêkanîna Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û awayê sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê werin gengeşe kirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, dê gengeşekirina rewşa Îraqê û guhertinên navçeyê, tewerek din a civînê be.