Dadgehê li ser Abdullah Zeydan biryareke nû da: Li Wanê çi dibe?

Dadgehê, li ser îtiraza Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li ser Abdullah Zeydan biryareke nû da.

02.04.2024, Sal - 14:03

Dadgehê li ser Abdullah Zeydan biryareke nû da: Li Wanê çi dibe?
Nuçe Belav bike

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin û eger heye mazbataya wî nayê dayîn.

Piştî ku ev yek derket holê dîsa nîqaşa “qeyûman” dest pê kir.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser mijarê daxuyaniyek da bertek nîşanî vê biryarê da.

“DEM Partî bi ferqeke zêde bû yekem”

Daxuyaniya DEM Partiyê ya li ser mijarê wiha ye:

“Partiya me di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Wanê serkeftinek bi dest xist ku di dîrokê de nimûneyên wê kêm in.

Gelê Wanê Şaredariya Bajarê Mezin jî di nav de bi tevahî 14 şaredarî bi DEM Partiyê da qezenckirin.

DEM Partî di Meclîsa Giştî ya Bajêr de jî bi ferqeke zêde bû partiya yekem.

Gelê Wanê bi awayekî zelal û herî bihêz îradeya xwe nîşan daye. Ev îradeya bihêz di heman demê de ji rejîma qeyûm re bersivek e.

“Berbijêriya wî hat qebûlkirin”

Gel peyameke vekirî daye lê dîsa li Wanê dîsa hewlên neyasayî dest pê kir.

Weke tê zanîn Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, hemû prosedurên yasayî temam kirin û serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinê da û piştî lêkolînan berbijêriya wî hat qebûlkirin.

“Ji hemû kontrolên yasayî derbas bûbû”

Zeydan li Wanê bi piraniya dengên gel hat hilbijartin.

Lê belê Wezareta Dadê 29ê Adara 2024an roja înê berî temambûna mesaiya kar bi 5 xulekan bi biryar û nivîseke îdarî îtirazî wan mafên Zeydan kir ku wî sala 2022yan qedexeya li ser wan rakiribû û namzediya Zeydan ji hemû kontrolên yasayî derbas bûbû.

Dozgeriya desthilat, li ser nivîsa îdarî ku wekî fermanekê ye serî li wê dadgeha da ku mafên qedexekirî radest kiribûn.

Dadgehê heman rojê biryara tekez a radestkirina mafên qedexekirî vekişand û daxwaza radestkirina van mafên qedexekirî red kir.

Mafê îtiraz û temyîzê nehatibû bikaranîn lê dadgehê dîsa jî biryar ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê re şand.

“Dadgehê ewlehiya hiqûqê tune kir”

Dadgeha ku biryara radestkirina mafên qedexekirî yên hevserokê me yê Şaredariyê Abdullah Zeydan da, biryara xwe bin pê kir û mafê ewlehiya hiqûqê tune kir.

Ev hewldan berhema nêrîneke ye ku îradeya gel tune hesab dike.

“Divê demildest ev biryara xelet bê betalkirin”

Abdullah Zeydan Hevserokê Bajarê Mezin ê gelê Wanê ye. Em bangî hemû kesî dikin rêzê li vê rastiyê bigirin.

Divê demildest ev biryara xelet bê betalkirin. Ev hewldana ku îradeya gelê Wanê tune hesab dike ne yasayî ye.

Em li hemberî vê hewldanê bangî hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku hestyar bin.

“Em hişyariyê didin”

Prensîba bingehîn a ku demokrasiyê ava dike rêzgirtina li îradeya gel e.

Em bang li desthilatê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire.

Em hişyariyê didin wan kesên dixwazin îradeya gelê me dagir bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x