DEM Partiyê ji bo zimanê dayîkê ji UNESCOyê re nameyek şand

DEM Partiyê duh di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de nameyeke bi 7 zimanan ji UNESCOyê şand.

22.02.2024, Per - 07:17

DEM Partiyê ji bo zimanê dayîkê ji UNESCOyê re nameyek şand
Nuçe Belav bike

DEM Partiyê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) xwest ku li ser binpêkirinên derbarê zimanê dayîkê de li dijî Tirkiyeyê pêvajoya lêpirsînê bide destpêkirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî), Erebî, Ermenî, Siryanî Îngilîzî û Tirkî nameyek ji UNESCOyê re şand.

Ew name bi îmzeya hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê hat şandin.

Di nameyê de amaje bi wê yekê hat dayîn ku li Tirkiyeyê ji bilî zimanê Tirkî bi awayekî sîstematîk pêvajoya bişaftinê li ser hemû zimanan tê meşandin.

Herwija ji UNESCOyê hat xwestin ku şandeyekê bişîne Tirkiyeyê û ew şand li ser binpêkirinên li dijî zimanê dayîkê lêpirsînê bide destpêkirin.

DEM Partiyê di nameya xwe de anî ziman:

“Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovî ye. Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pesendkirin û ji bo ku ev yek bi fermî bê bicihanîn li ser hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî hatiye ferzkirin.

Li Tirkiyeyê ev maf ê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Siryan, Çerkez û Laz hatiye zeftkirin. Li ser vê erdnîgariyê ji bilî Tirkî hemû ziman bi awayekî sîstematîk tên bişaftin û qedexekirin.

Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li Tirkiyeyê gelek ziman rûbirûyî metirsiya jinavçûnê hatine hiştin. Li gorî nexşeya UNESCOyê ya Zimanên Di Bin Metirsiyê De li Tirkiyeyê heta niha 18 ziman an jinavçûne an jî metirsiya jinavçûnê li ser wan heye.

Yek ji wan zimanan jî zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ye.”

“Şandeyekê bişînin Tirkiyeyê”

Di berdewamiya nameyê de hat gotin:

“Bişaftina zimanan û polîtîkayên qirkirina çandê di çarçoveya tawanên li dijî nirxên mirovayetiyê de ye. Tirkiye bi peymanên parastina zimanan ne pêbend e û heta îro jî li ser binpêkirinên van mafan berdewam e.

Em wekî DEM Partiyê bi armanca 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî careke din bangî saziya we û hemû saziyên navdewletî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Em daxwaz dikin ku hûn şandeyekê bişînin Tirkiyeyê û derbarê binpêkirinên zimanê dayîkê de li dijî Tirkiyeyê pêvajoya lêpirsînê bidin destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x