DEM Partiyê ji bo Abdullah Zeydan serî li YSKyê da

DEM Partiyê li ser nedana mazbataya şaredarbûnê ya Abdullah Zeydan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da.

03.04.2024, Çar - 14:55

DEM Partiyê ji bo Abdullah Zeydan serî li YSKyê da
Nuçe Belav bike

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Li ser îtîraza AK Partiyê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzediya Abdullah Zeydan hat betalkirin.

Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryar da ku mazbataya şaredarbûnê bide Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Abdullah Zeydan û parêzerên DEM Partiyê ji bo ku ev biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bê betalkirin serî li Lijneya Hilbijartinan a Bilind a Tirkiyeyê da.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara îadekirina mafên qedexekirî yên Zeydan 4ê Nîsana 2023yan hatiye dayîn.

Li gorî nûçeya MAyê di serlêdanê de wiha hatiye gotin:

“Ya ku biryara îadekirina mafên qedexekirî ji Rêveberiya Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê re şandiye jî dadgeh bi xwe ye.

Di vê mijarê de jî ti kêmasiya miwekîl nîne.

Piştî kontroikirina îadekirina mafên qedexekirî, personelên Wezareta Dadê bi xwe ev biryar li Qeyda Sicîla Edlî bar kiriye û di vê mijarê de miwekîl ti tiştek nekiriye.

Di heman demê de ya ku ev qeyda sicîla edlî nêzîkî salekê muhafeze kiriye jî Wezareta Dadê bi xwe ye.

Ya ku Belgeya Qeyda Sicîla Edlî ji Lijneya Hilbijartinan a Wanê re şandiye û jê re gotiye sabiqeya wî tune jî Wezareta Dadê bi xwe ye.” 

Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x