Demîrtaş ji bo Wanê bangî Erdogan kir

Selehattîn Demîrtaş, li ser biryara nedana mazbataya Abdullah Zeydan bangî Erdogan kir û got, “Gel vê qebûl nake, em li hêviyê ne ji destpêkê hûn ji vê biryarê re bêjin na.”

03.04.2024, Çar - 09:19

Demîrtaş ji bo Wanê bangî Erdogan kir
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehattîn Demîrtaş derbarê biryara Lîjneya Hilbijartinan a Wanê ya nedana mazbataya Abdullah Zeydan daxuyaniyek belav kir.

Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe de bangî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got:

"Em ji we wekî Serokomarê welêt hêvî dikin ku dest ji vê însiyatîfa neqanûnî ya ku îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya diyalog û pêbaweriyê de pûç dike rawestînin."

Herwiha Demîrtaş ragihand, "Em bangî tevahiya gelê xwe, di serî de gelê Wanê, hemû hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin.

Ne dema alozî û pevçûnan, dema avakirina aştiyê ye."

“Em hêvî dikin ku vê hewlê rawestînin”

Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniyê de wiha got:

“Gelê me yê hêja, birayên min ên hêja,

Ez we hemûyan bi hesret hembêz dikim û silav û hezkirinên xwe yên ji dil dişînim.

Ez ji dil û can we pîroz dikim ji ber serkeftina we ya di hilbijartinan de bi piştgirîkirina îradeya me ya herî xurt bi taybetî li Wanê.

Hezar car spas ji bo ku hûn me rûmet û serbilind dikin.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû gelê me, xebatkarên partiyê û hevserokên me Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal dikim ku keda wan di vê serkeftinê de heye û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Gelê me bi vê helwesta xwe hucreyên me ronî kir û bi israra xwe ya azadiyê nexşerêya siyasî ya dema pêş xêz kir.

Lê diyar e ku hîn yên ku hurmeta îradeya bibiryar a gel nagirin û dersên deh salên derbasbûyî negirtine hene.

“Di şeva hilbijartinê de we diyar kir ku hûn dê rêz li îradeya gel bigirin”

Dema em li gel hemû bêhiqûqiyan jî hewl didin rê li ber diyalog û aştiyê vekin, hin kes bi israr li pey provokasyonan in.

Ez dixwazim ji vir bi rêya we xîtabî birêz Serokkomar bikim. Di şeva hilbijartinê de we diyar kir ku hûn dê rêz li îradeya gel bigirin û we peyam wergirtiye.

Mixabin tişta ku li Wanê qewimî bi peyamên we re hevdu nagirin. Bi vî awayî rêzgirtina li îradeya gel nayê girtin.

Ne gel û ne jî Xwedê vê yekê qebûl nakin. Em hêvî dikin ku hûn ji destpêkê ve vê hewlê rawestînin.

Em ji we hêvî dikin ku hûn wekî Serokkomar vê hewla neqanûnî ya ku îradeya çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya diyalog û pêbaweriyê de têk dide, rawestînin.

Em bangî hemû gelê xwe, di serî de gelê Wanê, hemû hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin.

“Gelê me wê li dijî zilmê heta dawiyê vîna xwe biparêze”

Ev ne dema alozî û pevçûnan e, dema avakirina aştiyê ye. Divê hemû siyasetmedar û yên ku welat bi rê ve dibin dengê gelê Kurd bibihîzin.

Gelê me wê li dijî zilmê heta dawiyê vîna xwe biparêze.

Em ji hemû gelê xwe û bi taybetî ji gelê Wanê re daxwazên xwe yên hevgirtinê, silavên germ û hezkirinê dişînim û hêvîdar i ku em we di sibeyek azad de bibînin.

An serkeftin an serkeftin.”

Çi bibû?

Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bebijêrê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48 bi 245 hezar û 573ê dengan bi serket.

Namzetê AK Partiyê Abdülahat Arvas bi 120 hezar û 147 dengan ji sedî 27.51yî wergirtibûn.

Lê belê Lijneya Hilbijartinan a Wanê mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Abdulahat Arvasê ku 27,15ê dengan standibûn mazbata wergirt.

Abdulahat Arvas, piştî ku mazbata wergit ji Rûdawê re got, “Min serlêdan nekiriye, partiya min kiriye.”

Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x