Demîrtaş: Kurd dê di derfeta yekem de dewleta xwe ava bikin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya Doza Kobaniyê de got, “Kurd dê di derfeta yekem de dewleta xwe ava bikin. Wê demê kî dikare ji wan re bibêje xayîn?”

29.12.2023, Cum - 06:53

Demîrtaş: Kurd dê di derfeta yekem de dewleta xwe ava bikin
Nuçe Belav bike

Rûniştina Doza Kobaniyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê berdewam bû.

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 18 jê girtî bi giştî 108 endam û alîgirên wê partiyê tê de tên darizandin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya Sîstem Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî dozê bû û parastina xwe kir.

Demîrtaş ji bilî parastina xwe derbarê Pirsa Kurd, helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û çend mijarên din de jî axivî.

Selahattîn Demîrtaş ragihand, piştî ku rêveberiya Osmaniyan dest bi destwerdana di statûya xweseriyê ya Eyaleta Kurdistanê de kir ji wê demê ve Pirsa Kurd li erdnîgariya Kurdan berdewam dike û got:

“Eger hûn ji min bipirsin, Pirsa Kurd sala 1071ê dest pê kir. Ev hezar sal in em tên xapandin. Li welatê wan qet mafê xwe rêvebirinê ji bo Kurdan nehatiye dayîn.”

“Kurdan biryara xwe daye”

Hevserokê berê yê HDPyê amaje bi helwesta Kurdan a li hemberî Pirsa Kurd jî da û got:

“Kurdan biryara xwe daye. Wan got, rêbaza me ya çareseriyê ev e. Niha divê Komara Tirkiyeyê biryarekê bide.”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Eger hûn bifikirin ku tişta salên 1915an bi serê Ermenan de hatiye bi serê Kurdan de jî bînin vê qet ji eqlê xwe derbas nekin.

Take tişta ku divê were kirin aştî ye. Tirkiye bila Kurdistana Sûriyeyê bombebaran bike, li navxwe rê bide helwestên ku qirkirinê ferz dikin û siyasetmedaran bigire.

Kurd dê çi bikin? Dê di derfeta yekem de dewleta xwe ava bikin. Wê demê kî dikare ji wan re bibêje xayîn?

Gelo ne heyf e ji ber nerîna ku dibêje tenê bila Kurd dayika xwe nebîne Tirkiye ber bi karesatê ve diçe.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” ji 4ê Çiriya Pêşîna 2016an ve di çarçoveya Doza Kobaniyê de li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Tevî biryara azadkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ew nayê berdan û proseya darizandina wî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:29:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x