Gelo Selahattîn Demîrtaş ji DEM Partiyê re name nivîsandiye?

Koma Parastina Demîrtaş got, “Îdiaya ku dibêje Birêz Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî name ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye, bi temamî derew e.”

28.03.2024, Per - 09:18

Gelo Selahattîn Demîrtaş ji DEM Partiyê re name nivîsandiye?
Nuçe Belav bike

Dihat angaştkirin ku Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî nameyek ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye.

Parêzerên Demîrtaş bi rêya medyaya civakî li ser vê îdiayê daxuyaniyek da û got:

“Îdiaya ku dibêje Birêz Selahattîn Demîrtaş bi armanca midaxeleya hilbijartinên xwecihî name ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye, bi temamî derew e.

Em hêvî dikin baweriyê bi van nûçeyên derew neyînin ku DEM Partiyê û parezerên wî tohmetbar dikin.”

Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x