HUDA PARê pîrozbahî li DEM Partiyê kir

Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli pîrozbahî li rikebera xwe ya DEM Partiyê Gulistan Sonukê kir.

01.04.2024, Pts - 15:08

HUDA PARê pîrozbahî li DEM Partiyê kir
Nuçe Belav bike

Namzeda Serokatiya Şaredariya Elihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk di hilbijartinên 31ê Adarê de wekî hevşaredara Êlihê hate hilbijartin.

Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe de pîrozbahî li hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonukê kir û wiha got:

“Bila encamên hiljartinê ji hemû welatê me re bi xêr bin.

Ez DEM Partiyê û Hevşaredar Birêz Gulistan Sonuka ku li Êliha me hilbijartin qezenc kir pîroz dikim.

Me li piraniya herêmên xwe yên hilbijartinê dengên xwe zêde kirine û me li ser navê xwe serkeftin bi dest xist.

Di vê hilbijartinê de ku gelê me peyamên girîng dan partiyên siyasî, divê her kes para xwe ji bersivê bigire.”

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:39:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x