Li Dêrsimê ji bo hilbijartinan 6 partî bûn yek

Li parêzgeha Dêrsimê ji bo hilbijartinên şaredariyan 6 partî û rêxistinan tifaqa hilbjartinê ragihand.

13.02.2024, Sal - 07:03

Li Dêrsimê ji bo hilbijartinan 6 partî bûn yek
Nuçe Belav bike

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Eniya Azadiya Kedê (EOC) û Partîzanê biryar da ku bi hev re beşdarî hilbijartinên li Dêrsim û navçeyên wê bibin.

“Em dê bi hev re bajêr bi rê ve bibin”

Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî got:

“Ev tifaqa me ne ji bo bazarkirina serok şaredaran an rêveberiya bajaran e. Jibo vî bajarî armancên me hene.

Em dixwazin nîşan bidin ku şoreşger, sosyalîst, kedkar û welatparêz tev dixwazin bi hev re bijîn.

Her wiha em dê nîşanî her kesî bidin ku em dê bi hev re jî vî bajarî bi rê bibin.”

Nûnerê Federasyona Meclîsên Sosyalîst û parlamenterê berê yê HDPê yê Stenbolê Erdal Ataş jî got

“Me got em dikarin di rêveberiyên xwecihî de bi pirotokolekê û bernameya ku xalên me yên hevbeş tine ba hev, rêveberiyê bi hev re bi meşînin.

Em jî wek Federasyona Meclîsên Sosyalîst serkeftina herî mezin di vê yekê de dibînin.”

Alîkarê Serokê Partiya Kedê û Parlementerê Stenbolê Îskender Bayhan jî got:

“Em çawa gihiştin vê xalê? Em çawa bûn yek û em dê niha jî li Dêrsimê çawa bi hev re serbikevin û bajarek bi hevre çawa tê birêvebirin em dê nîşanî her kesî bidin.

Ev yek hêsanî çênebû lê em li vir in û hûn jî li vir in, bi vê coşê em dê li Dêrsimê êvara 31ê Adarê serkeftina xwe pîroz bikin.”

Li Parêzgeha Dêrsimê ku 7 navçe û bajarokekê wê hene, nêzîkî 65 hezar dengder hene.

Li Dêrsimê her tim giringîyeke mezin bi hilbijartinên xwecihî yên şaredariyan tê dayîn.

Tifaqa vê carê mezintirîn tifaq e ku di hilbijartinên xwecihî yên Dêrsimê de çêbûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x