Mekteb a Sîyasî ya PDKyê pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê gêngeşe dike

Mekteb a Sîyasî ya Partî ya Demukratî ya Kurdistanê (PDK) dê bicive bi armanc a gêngeşekirinê li ser pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtin a PDKyê li gel Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê(YNK) û Bizav a Gorranê.

25.04.2019, Per - 08:25

Mekteb a Sîyasî ya PDKyê pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê gêngeşe dike
Nuçe Belav bike

Di civînê de rêkkevtin a PDKyê li gel Gorran û YNKyê derbarê yasa ya serokatî ya Herêm a Kurdistan gêngeşe bikin. Herweha qonax ên pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û rêkkevtin a dawîyê li gel alîyan behis bikin.

Berê jî Fazil Mîranî, Sekiretêrê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê, ragehandibû: Roj a Pêncşembîyê Mekteb a Sîyasî ya PDKyê dê bicive û renge di van dû heftîyan de jî, kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê pêk bihê û li gel alîyan bigehîn rêkkevtin a dawîyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 917 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x