PAK: Em êrişa ku li Teşkîlata Manîsa ya PSKyê hatîye kirin şermezar dikin

Di çend saetên ewil yên roja 25.10.2018an de , çend kesên faşîst û nîjadperest li Manîsa ya bajarê Tirkîyeyê êrîş birin ser avahîya Teşkîlata PSKyê û zerara maddî jî dane avahîyê.

25.10.2018, Per - 14:24

PAK: Em êrişa ku li Teşkîlata Manîsa ya PSKyê hatîye kirin şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Ev êrîş ne bes êrîşeke ku li PSKyê tenê hatîye kirin.

Ev êrîş, êrîşeke faşîst, nîjadeperst û şoven e û li hemû Kurd û Kurdistanîyan hatîye kirin.

Ev êriş êrîşa wan kes û alîyên ku ji azadîye, ji demokrasîyê, ji wekhevîyê , ji çareserîyên bi rê û rêbazên sîyasî û sivîl ditirsin e.

Tu êrîş dê nikaribe rê li ber têkoşîna gelê me ya ji bo azadîyê bigire.

Em êrîşa li ser avahîya Teşkîlata Manîsayê ya PSKyê hatîye kirin, şermezar dikin û em bi hevalên xwe yên PSKyê re ne. 25.10.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 921 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:09:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x