Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan Di Serokatiya Barzanî de îro dicive.
Hat ragihandin ku Encûmena Rêveberiya PDK dicive. Hat zanîn ku Serok Barzanî serokatiya civîna Encûmena Rêveberiya PDK'ê dike û di civînê de rewşa naha ya herêma Kurdistanê û xwe amade kirina qonaxa pêş dê bê gotûbêj kirin.
Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê ku milîsên heşdî şeibî, sipaha pasdarên Îranê, Hizbullaha Lûbnanî û çend hêzên din ên Iraqî bi rêkeftineke li gel grubeke nav YNK'ê ve navçeyên Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn û gelek navçeyên din yên Kurdistanê dagir kirin. Piştî wan bûyeran yekem civîna PDK'ê ye ku birêve diçe.