Pervîn Buldan dev ji siyasetê berdide

Hevseroka Berê ya HDPyê Pervîn Buldanê ragihand ku dema parlamenteriya wê qediya ew dê dev ji siyasetê berde.

20.02.2024, Sal - 07:07

Pervîn Buldan dev ji siyasetê berdide
Nuçe Belav bike

Pervîn Buldan beşdarî bernameyeke Arti TVyê de bû û diyar kir ku piştî bidawîbûna dema parlementeriyê wê ew dê dev ji siyaseta aktîf berde.

Buldanê got, “Piştî ku parlamenteriya min bi dawî bû êdî ez dê dev ji siyasetê berdim.

Ez dê bi ti awayî di ber qul û bexşikên siyasetê re derbas nebim.”

Herwiha Buldanê diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan li derveyî siyasetê li saziyên cuda bidomîne û wiha pê de çû:

Têkoşîn tiştekî cuda ye, helbet ev têkoşîn tenê bi parlamenteriyê re sînordar nîne.

şêweyên cuda, qadên cuda yên têkoşînê hene, em dê bi awayekî têkoşîn bikin.

Helbet bi me nakeve ku em dev ji vê têkoşînê berdin lê ne di arenaya siyasî de, ji xeynî wê, di rêyên cuda de gelek qad hene.

Saziyên mafên mirovan hene. Ez dê di yek ji van saziyan de piştgiriya vê têkoşînê bikim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:44:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x