Qubad Talebanî: Ji bilî rêkevtinê me ti bijardeyeke din nîne

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, pêwîst e kar bê kirin ji bo derbaskirina nakokiyan û yekalîkirina kêşeyên pêkanîna hikûmetê û got: “Ji ber ku ji bilî rêkevtinê me ti bijardeyeke din nîne.”

18.04.2019, Per - 17:44

Qubad Talebanî: Ji bilî rêkevtinê me ti bijardeyeke din nîne
Nuçe Belav bike

Îro li bajarê Silêmaniyê 22. Festîvala Gelawêjê bi amadebûna çendîn hunermendên Kurd û berpirsên hikûmetê û yên partiyên siyasî dest pê kir.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî yek ji wan kesan bû ku di 22. Festîvala Gelawêjê de amade bû.

Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê amaje bi beşdariya xwe di vê festîvalê de kiriye û dibêje: “Festîval di demsala bihaê de ye ku demsala xweşî û nexweşiyên gelê Kurd e, divê ev yek ji bo hander be ji bo derbaskirina nakokiyan û karkirina ji bo pirsên netewî û xizmetguzarî û yekalîkirina kêşeyên pêkanîna hikûmetê di demeke herî zû de, çimku ji bilî rêkevtinê me ti bijardeyeke din nîne.”

Talebanî di derbarê Festîvala Gelawêjê de, spasiya Mele Bextiyar jî kiriye û gotiye: “Spas ji bo kek Mele Bextiyar ku zêdetir ji 20 salan bi vê festîvalê ve westiyaye û nehîştiye ku di serdemên dijwar û nexweş de jî Gelawêj raweste.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez dike: “Başiya (festîvala) Gelawêjê, vekirina deriyê rexneyê û pêdeçûna bi xwe de ye” û dibêje: “Divê em vê taybetmendiyê ji rehenda kulturî û rewşenbîrî ve veguhazin bo nav siyaset û desthilatdariyê.”

Derdora 80 rojan bi ser hilijartinên parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye lê belê heta niha kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye pêkanîn.

Sedema sereke ya pêknehatina kabîneya nû ya hikûmetê, ji ber rêknekevtina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi sedema daxwazên zêde yên YNKê bo beşdariya di hikûmetê de ye. Tevî çendîn gerên danûstandinan, PDK û YNKê nekarîne li ser çawaniya beşdariya YNKê di hikûmeta nû de bigihin lihevkirinekê.

Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK bi Tevgera Goranê re rêkevtin îmze kiriye û di kabîneya vê carê de ku PDK dê pêk bîne, Goran dê hevbeşekî sereke yê PDKê be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:39:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x