Li gor ragihandinan derket holê ku pêşniyara hilweşandina polîtburoya YNKê, ku ji aliyê “koma xiyaneta 16 Cotmehê” ve hatiye pêşkêşkirin, bo wê yekê bûye ku hêz û desthilata cîgrê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî were kêmkirin!
Biryar bû rêveberiya YNKê duh biciviya lê ji ber alozî û nakokiyan civîn pêk nehat. Di wê civînê de dê roja lidarxistina kongreya YNKê jî hatiba destnîşankirin.
Rêveberiya YNKê roja şemiyê (4 vê mehê) jî civiyabû. Di wê civînê de mijara hilweşandina polîtburoya YNKê jî hatibû axaftin.
Çavkaniyekî agahdar ji heftenameya Basê re behsa naveroka wê civînê kiriye û gotiye, hilweşandina polîtburoya YNKê pêşniyara koma xiyaneta 16 Cotmehê bû û qesta wan jî ew bûye ku bi hilweşandina polîtburoyê komployê li Kosret Resûl bikin û hêz û desthilata wî kêm bikin.
Wî jêderî daye zanîn, ew pêşniyar di civînê de hatibû pesendkirin lê bicîhana wê bo civîna duh hatibû hîştin ku ew jî nehat kirin.
Li gorî agaihiyên wî jêderî, rewşa YNKê gelekî aloz e û tirsa wê heye beriya ku kongre were lidarxistin YNK ji hev belav bibe.
Li gorî agahiyên Basê, piraniya fermandeyên Pêşmerge yên YNKê alîgirên Kosret Resûl in û jê re gotine, her gava pêwîst bike em amade ne bo kontrolkirina aloziyan hêz bikar bînin.
Hat zanîn ku di civîna roja şemiyê de lêjneyek 10 kesî hatiye avakirin bi serokatiya Kosret Resûl Elî, diviya hûrgiliyên lêjneya han di civîna duh de hatiba zelalkirin lê civîn pêk nehat.
Ji aliyekî din, “koma xiyanetê” fişarek mezin xistine ser lêjneya Kosret Resûl da ku Aras û Pavêl û Lahûr û Ala Talebanî û çend kesên din tevlî lêjneyê bibin lê Kosret Resûl qebûl nekiriye, ev jî yek ji sebebên pêknehatina civîna duh bûye.
Li gorî agahiyan, Kosret Resûl û 30 rayedarên din yên YNKê her dem di civînan de ne bo ku pêşiya wê komê bigirin, heta îhtimala veqetînê ji nîqaş kirine.