Serokwezir digel berpirsên parêzgeha Duhokê kombû

Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Duhokê kir û di gel parêzgarê Duhokê û deverdar û rêveberên giştî li parêzgehê kombû û tê çaverêkirin baregeha avahîya dadgeha Duhokê jî veke.

13.03.2017, Pts - 08:51

Serokwezir digel berpirsên parêzgeha Duhokê kombû
Nuçe Belav bike

ro saet 9ê serê sibê, Nêçîrvan Barzanî bi serokayetîya şandeka hikûmetê ku ji Kerîm Şingalî, wezîrê navxwe, Elî Sindî, wezîrê plan dananê, Newroz Mewlûd, wezîra bajêrvanî û geştîyarî û Raber Seyid, birîkarê wezareta darayî û Sefîn Dizeyî, peyvdarê hikûmeta herêmê û dîsan Dilşad Şehab, şîretkarê serokê hikûmetê, pêkhatine, di gel parêzgarê Duhokê û rêveberên giştî û deverdaran kombû.

Li gorî zanyarîyên War çend pirsên giring derbarê qeyrana darayî û koçberan û şerê dijî Daişê û qonaxa piştî Daişê hatine gutubêj kirin.

Her dîsan berpirsên hikumî yên parêzgeha Duhokê daxwazî û gazindeyên xelkê parêzgehê di hemû warên jîyanê da danane ber destê serokê hikûmetê.

Zanyarîyên War dîyar dikin; heta sibê jî Nêçîrvan Barzanî dê li Duhokê bimîne û pişikdarîyê di vekirina çend projeyan da li sînorê parêzgeha Duhokê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x