Serokwezîr: Serdana Hollande nîşaneya piştgiriya Fransa bo Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Serokê Fransayê François Hollande bo Kurdistanê bilind nirxand û ragihand, serdana îro ya Serokê Fransayê bo Kurdistanê, nîşaneya dubare piştgirîkirina Fransa bo Herêma Kurdistanê ye.

03.01.2017, Sal - 06:38

Serokwezîr: Serdana Hollande nîşaneya piştgiriya Fransa bo Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî pişrî bi dawî hatina konfransa hevbeş a rojnamevaniya îro ya navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê, derbarê giringiya serdana François Hollande bo Kurdistanê axivî û ragihand: “Serok Hollande du sal berî niha ku hat Hewlêrê, rewşek taybet hebû. DAIŞ 30 kîlometran li wir dûr bû. Ew yekem serok bû ku serdana Herêma Kurdistanê kir.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Îro piştî zêdetirî 2 sal û nîvan, her weke ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê jî amaje pê kir, careke din serdana Herêma Kurdistanê kiriye.”

Barzanî da xuyakirin: “Îro bi xwîna şehîdên Kurdistanê, piştre jî bi piştevaniya navdewletî, me karî gelek ji wan sînorên ku DAIŞê dagir kiribû, careke din azad bikin. Serdana îro ya Serokê Fransayê jî bo Herêma Kurdistanê, nîşaneya dubare piştgirîkirina Fransayê bo Herêma Kurdistanê û bo Iraqê bi giştî ye, di wî şerê ku niha heye, di wê berevaniya ku îro heye li hember terorîstên DAIŞê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Em vê serdanê bilind dinirxînin û spasiya hemû wan welatan jî dikin, ku alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê kirine. Serdana îro ya Serokê Fransayê jî her di vê çarçoveyê de cihê giringî û pêzanînê û spasiya gel û Herêma Kurdistanê ye.”

Derbarê mijara vekişîna hêzên PKKê ji Şingalê de jî, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Siyaseta me zelel e, em spasiya hemû wan aliyan dikin ku pêştir alîkariya xelkê Şingalê kirine, bo derbasbûn ji destê terorîstên DAIŞê. Niha jî em wiha difirkirin, ku PKK li Şingalê faktoreke bo wê yekê ku ew sînor neyê avedankirin û îstqrar çênebe, her ji ber wê em hêvîdarin ku PKK ji Şingalê vekişe. Hem berjewendiya PKKê di wê yekê de ye, û hem jî berjewendiya Herêma Kurdistanê di wê yekê daye, û hem jî berjewendiya xelkê Şingalê û hemû wan navçeayn di wê de ye ku PKK ji Şingalê vekişe.”

Li ser destpêkirina serdana şanda danûstandikar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo cem aliyên siyasî û hebûna hêviyê bo çareserkirina pirsgirêkanm Nêçîrvan Barzanî got: “Teqez hêviyek heye bo wê yekê ku ew mijar bi gotûbêjan were çareserkirin.”

Îro duşemî 2ê Çileya 2016ê, saet 14:45an Serokê Fransayê François Hollande Serokê Fransayê gihîşt Hewlêrê û bi fermî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştre, Hollande û Barzanî serdana çeperên Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Zertekê kirin.

Barzanî û Hollande paşê li ofîsa serokwezîrtiya Kurdistanê tevî şandên ji her aliyên Fransa û Kurdistanê civiyan û piştî bi dawî hatina civînê, konfranseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1778 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x