Wezîra mafên mirovan ya berê xistin binçav

Li Pakistanê wezîra mafên mirovan ya berê Şîrîn Mazarî li Îslamabadê bi sedema ku bi salaye arazî xesp kiriye hat binçavkirin

21.05.2022, Cts - 14:16

Wezîra mafên mirovan ya berê xistin binçav
Nuçe Belav bike

Li Pakistanê wezîra mafên mirovan ya berê Şîrîn Mazarî li Îslamabadê bi sedema ku bi salaye arazî xesp kiriye hat binçavkirin. Ragihandin ji aliyê keça wê û wezîrekî dinê de hat kirin. Mazarî li payîtextê nêzî mala wê hatiye girtin.

Keça wezîra Îmaan Mazarî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku polîs bi tadekirinê diya wê biriye. Wezîrê berê yê ragihandinê Çaudri Fawad ji bo TV ya cîh ya Geo TV yê ragihand ku dema wezîra kevin birine, polîs lê xistiye. Fawad ragihand ku ji sala 1972 an de pirsgirêkeka wan ya arazî heye lê rêvebiriya serokwezîr Şahbaz Şerîf wek siyasî bi Mazarî re rikê dike

PeyamaKurd
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:07:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x