YNK Berhem Salih dike berbijarê Serokomarê Iraqê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bo postê Serokomarê Iraqê diyar kir.

19.09.2018, Çar - 12:48

YNK Berhem Salih dike berbijarê Serokomarê Iraqê
Nuçe Belav bike

Îro Encûmena Serkirdatiya YNKê li Silêmaniyê ji bo yekalîkirina berbijarê postê Serokomarê Iraqê civiya. Di civînê de jî Berhem Salih bi 26 dengan wek take berbijarê YNKê bo postê Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna îro de serkirdatiya YNKê bi wê yekê re bûn, divê Berhem Salih vegere nava YNKê, ta YNKê jî wî bike berbijarê postê serokomariyê.

Tê pêşbînîkirin piştî biyara îro ya YNKê, Berhem Salih vegere nava YNKê dest ji qewareya ku damezrandiye “Hevpeymaniya bo Demokratî û Dadperweriyê berde.

Her di çarçova diyarkirina Berhem Salih wek take Berbijarê YNKê bo posta serokomar de, Peyamnêrê K24ê li Silêmanî da zanîn, ku di kombûna serkirdatiya YNKê de nakokî çêbûn û berpirsê Desteya Karîger Polîtbîroya wê partiyê Mela Bextyar û endama serkirdatiyê Bilêse Cebar Ferman civîn berdewam nekirin û derketin.

Ji aliyekî din ve, Sekretêrê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, Her dema ku YNK bi fermî gotina xwe li ser pirsa Serokatiya Iraqê bide, wê demê wê PDK jî helwesta xwe rabigehîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 984 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x