Zanayê Kurd Elî Qeredaxî bû Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman

6emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman doh li Dohaya paytexta Qeterê dest pê kir

09.01.2024, Sal - 07:38

Zanayê Kurd Elî Qeredaxî bû Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Mihyedîn Qeredaxî ku yek ji damezrînerên vê yekîtiyê ye duh wekî serokê yekîtiyê hat hilbijartin.

Elî Qeredaxî ji sedî 91ê dengên kesên ku beşdarî kongreya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman bûbûn wergirt.

Zanayê Îslamê yê Kurd Elî Qeredaxî di sala 2004an de bi komek zana re Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman ava kir.

Dr. Elî Qeredaxî di Tîrmeha sala 1949an de li gundê Newtiyê yê navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Qeredaxî li gundê xwe yê Nawtiyê dest bi perwerdeyê kiriye û di vê demê de hemû Qurana Pîroz jiber kiriye.

Paşê çûye Silêmaniyê û ji Şêx Mistefa Qeredaxî îcazet wergirtiye. Ji mamê xwe Şêx Necmedîn û alimên Silêmaniyê ders stendiye.

Elî Qeredaxî piştre jî çûye Bexdayê. Li wir li cem alimên bi nav û deng ên Îraq û Kurdistanê, yên wekî Mele Ebdulkerîm Muderîs û Şêx Ebdulqadir xwendina xwe berdewam kir.

Di sala 1969an de ji Enstîtuya Îslamî bi pileya yekem mezûn bûye û şalek şûn de di sala 1970î de îcazeya meletiyê wergirt.

Di sala 1975an de li Bexdayê beşdarî Koleja Îmam Ezam dibe û lîsansa şerîeta îslamî dixwîne.

Qeredaxî di sala 1980î de diçe Misirê û li wir li Fakulteya Şerîet û Hiqûqê ya Zanîngeha El-Ezherê di hiqûqa berawirdî de bawernameya masterê wergirt.

Di sala 1985an de li heman zanîngehê di warê peyman û danûstandinên darayî de doktoraya xwe bi pileye yekem a rûmetî wergirt.

Di sala 1988an de bi komek alim û rewşenbîrên Kurd re Yekîtiya Kurd-Îslamî ava kir.

Zêdetirî 100 gotar û bi dehan pirtûkên Elî Qeredaxî yên bi Erebî hene. Hin pirtûkên wî wergerandine Kurdî û zimanên din.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x