Ji UNESCOyê derbarê Newrozê de biryareke giring!

Rêxistina UNESCOyê Cejna Newrozê weke kevintirîn kevneşopiya manewî ya cîhanê tomar kir.

18.12.2016, Paz - 12:15

Ji UNESCOyê derbarê Newrozê de biryareke giring!
Nuçe Belav bike

Li cîhanê 12 welat Newrozê weke kevneşopiya xwe ya hevbeş û mîrasa nîştîmanî dizanin.

Di pêşengiya Îranê de van welatan ji UNESCOyê re pêşniyaz kir, ku Newroz weke kevintirîn kevneşopiya manewî ya cîhanê bê naskirin.

Roja 30ê Mijdara 2016ê rêxistina Parastina Kevneşopî û Mîrasên Cînahî,UNESCOyê jî bi awayekî fermî Newroz weke kevintirîn kevneşopiya manewî ya cîhanê tomar kir.

Di sala 2010ê de Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî, roja Newrozê weke “Rojekî Cîhanî” naskiribû.

Newroz weke yekemîn roja baharê û herwiha destpêka sala hetavî tê binavkirin. Li gel kurdan û gelek welatên Asyayê jî weke giringtirîn roja nîştîmanî ye.

Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî Newrozê weke cejnekî neteweyî pîroz dikin, agir hildikin û derdikevin seyranê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:46:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x