Mela Mihyedîn: Ger Gotinên Xweş Dixwazî Wer Kurdî Bixwîn

Kurdî  di her qada jîyanê de ji xwe re hêlînên delal çêkirîye. Bes bila çavên me ji delalîyê fam bike û hişê meriv ji zanînê. Wê demê meriv tamek mezin ji zimanê xwe werdigire û meriv pê serfiraz dibe. Ev jî tenê bi xwendinê dibe. Xwendin, xwendin û xwendin lê xwendina rastî. Xwendin e ya me azad dike. Xwendin e ya me dighîne asta mirovahîya bilind.

16.02.2020, Paz - 09:42

Mela Mihyedîn: Ger Gotinên Xweş Dixwazî Wer Kurdî Bixwîn
Nuçe Belav bike

Ger gotinên xweş dixwazî wer Kurdî bixwîn

Te bi Farisî, Erebî û bi Tirkî çi Hacet.

Ziman, zimanê bav û kalan e.

Ziman dayîna Xwedê ye.

Mîrasa sedsalan e.

Ev zimanê qedîm û şêrîn wê hey bimîne, heta ebed.

Em ê biçin û ew ê bimîne.

Zarok û nevî wê biçin lê ew ê her bimîn e.

Zordest û zalimê biçin lê ew ê her bimîne.

Her tişt bi zimanê mirovî xweş e. Şer, azadî, evîn, gotinên xweş, dijûn (sihef, xeber), laqirdî, zanîn, feza hema tu çi bêjî bi zimanê mirovî xweş e. Hemû ziman wek hev şêrîn û xweş in. Zimanek ji zimanê din ne çêtir e. Hemû ziman têra her tiştî dikin bes bila hişê me têr be.

Meriv dikare bi zimanê xwe dil û mejî rehet bike. Ji bilî zimanê rastîn yê jîyana me ti ziman nikare dilê meriv rehet bike. Tenê zimanê bav û kalan dilê me merivan rehet dike.

Kurdî di her qada jîyanê de ji xwe re hêlînên delal çêkirîye. Bes bila çavên me ji delalîyê fam bike û hişê meriv ji zanînê. Wê demê meriv tamek mezin ji zimanê xwe werdigire û meriv pê serfiraz dibe. Ev jî tenê bi xwendinê dibe. Xwendin, xwendin û xwendin lê xwendina rastî. Xwendin e ya me azad dike. Xwendin e ya me dighîne asta mirovahîya bilind.

Di destpêka misilmantîyê bi xwe de jî dema Cebraîl ji ezmanan tê ba pêxember jêre emrê Xwedê yê pêşî dibêje. Ew jî “Îqra” ye ango “bixwîne” ye. Xweda teala jî dizane ku kesê xwende her dem wê rastîyê bibîne û wê ji şaşîya xwe veger e û bikeve rêya rast. Lewma emrê wî yê pêşîn “Bixwîne” ye. Divê em jî bixwînin û bibin zana û têkevin rêya rast.

Divê em bixwînin û hay ji xwe hebin, hay ji dîrokê, hay ji çîrokê û ji çanda xwe. Gava me xwend em ê li xwe xwedî derkevin û di dawîya dawîn de em ê serfiraz bibin. Lê divê hemû xwendinên me bi zimanê me bê kirin. Ji bo ilm û zanînê divê meriv bi zimanê din jî bixwîne û wan berheman wergerînê zimanê xwe da zimanê me di her qada jîyanê de hêlînên nû ji xwe re çê bike. Ji bo vê yekê jî divê em xwe hînî zimanên nû bikin û ji wan zimanan bo zimanê xwe wergerê bikin.

Berê Xanî, Feqî, Cizîrî, Celadet û Cegerxwîn hebûn û niha jî gelek nevîyên wan di rêya wan de derbas dibin. Ji bo zimanê xwe kevir li ser kevir dikin û dibin mîmarê dîwarê xwe. Divê meriv mil bide wan û ji bo dîwarê ji bo me hatîye lêkirin xizmetê bike. Divê meriv berhemên wan bixwîne. Hema neyê xwendin jî divê di her malekî de Mem û Zîna Xanî, Dîwana Feqîyê Teyran û Dîwana Melayê Cizîrî hebe. Çawa di her mala misilmanekî de Quran hebe û neyê xwendin jî li ber çavan û di qewlikê xwe de ye. Divê berhemên Xanî, Feqî û Cizîrî jî di her maleke Kurd hebin.

Divê meriv dîwarê ku wan lêkirî hilde jor wekî mîna Birca Babîlîyan dîwarê xwe bilind bike. Belkî wê çaxê Xwedê dîwarê me bibîne û belkî alîkarîyê bide me.

Emanet di xizmeta zimanê xwe de bin û ji bo zimanê xwe xizmetê bikin.

Aliman rê ji me re vekirine. De werin xwişk û birayê delal wekî ehlê rê bikevin rê. Di vê rê de ji can û dil bixebitin. Xebat û xwendina we wê bibe felat ji bo me lê betalî wê ji me re bibe koletî, de werin û guh bidin van gotinên Şêx Mûşerref: “Kesê xwenda muheqqeq her emir e / Nexwenda her wekî pîvaz û sîr e”.

Emanet di xizmeta zimanê xwe de bin û ji bo zimanê xwe xizmetê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 3169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:08:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x