Amerîka balyozxaneya xwe ya li Sûdanê digire

Serokê Amerîkayê ragihand ku artêşa wan karmendên balyozxaneya Amerîkayê ji Xertûm a paytexta Sûdanê derxistine û valakirin bi hevahengiya Erebistana Siûdî, Cîbûtî û Etiyopyayê re hatiye kirin.

23.04.2023, Paz - 09:13

Amerîka balyozxaneya xwe ya li Sûdanê digire
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi dema Amerîkayê roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de got, “Li ser fermana min, artêşa Amerîkayê ji bo derxistina karmendên hikûmeta Amerîkayê ji Xertûmê operasyonek encam da. Ez spasiya Cîbûtî, Etiyopya û Erebîstana Siûdî dikim ji ber ku beşdarî serkeftina vê operasyonê bûne.”

Biden diyar kir ku tundûtûjiya trajîk a li Sûdanê bûye sedema mirina bi sedan sîvîl û got, “Divê aliyên şer agirbesteke bilez û bê şert û merc ragihînin, şer rawestînin, rê bidin ku alîkariyên mirovî bigihêjin. Divê aliyên şer rêzê li daxwaza gelê Sûdanê bigirin.”

Biden diyar kir ku karên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûdanê bi awayekî demkî hatiye rawestandin lê pabendbûna wan bi gelê Sûdanê û paşeroja wan re nehatiye guhertin.

Li gor medyaya Amerîkayê heta niha 70 welatiyên Amerîkayê ji Sûdanê derketine.

Çend hefteyek e di navbera du generalên herî bi hêz ên Sûdanê de alozî derketine. Heman ew du general bûn ku bi hev re 18 meh berî niha kudetaya leşkerî kirin ji bo bidawîkirina veguherîna demokratîk.

Di destpêka vê hefteyê de, kêşeyên di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Abdulfettah Burhan û Fermandarê Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) Mihemed Hemdan Degelo, veguherî şerekî xwînrêj li ser wê yekê ku kî dê welatê dewlemend birêve bibe.

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) heta niha di şer de 413 kes mirine û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.

Roja Şemiyê, artêşa Sûdanê ragihand ku wan hêsankarî ji bo vegera dîplomat û welatiyên biyanî kiriye. Artêşa Sûdanê got ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê Abdulfettah Burhan gelek telefon ji serkirdeyan wergirtine ji bo hêsankirina vegera ewle ya welatiyên biyanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x