Amerîka: Cîhan deyndarê kurdan e

Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Joseph Votel, ragihand ku di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de divê cîha minetdarê kurdan be û diyar kir ku ew dê di piştgriya YPGê de berdewam bin.

01.02.2018, Per - 07:51 [ Güncellenme: 01.02.2018, Per - 13:27 ]

Amerîka: Cîhan deyndarê kurdan e
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Joseph Votel, piştî serdana xwe ya ji bo Iraq û Îranê bi rêya telekonferansê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Votel destnîşan kir ku kurdan fedakariyeke mezin nîşan daye û weha pê de çû: "Divê bala me li ser fedakariya şirîkên me be ku di têkoşîna dijî DAIŞê de nîşan dane. Ji artêşa Iraqê û HSDê bi hezaran kes dema bajarên girîng rizgar kiirn an mirin an jî birîndar bûn. Berî bi çend roja li Reqayê bûm û min şideta li wê derê dît. Beşa mezin a hewldana vî karî şirîkên me yên qadê dan û xwîna xwe rijandin. Em hemû, cîvaka kurewî divê em minetdarê wan bin."

Ji Votel hate pirsîn 'li gel operasyona Tirkiyê jî dê piştgiriya we ji bo YPGê berdewam bike?' Votel bi zelalî got 'belê' û weha pê de çû: 'Heya ku ew li dijî DAIŞê têbikoş in û li herêmê îstîkrarê pêkwerînin em ê jî piştgriya wan bikin. Ev polîtikaya hikûmeta me ye.

Votel diyar kir ku ew metirsiyên Tirkiyê yên derbarê sînorê xwe de fêhm dikin û weha got: "Di vê mijarê xebata bi Tirkiyê re girîng e. Tirkiye di têkoşîna dijî DAIŞê de bû şîrîkê me û mutefîqa me ya NATOyê ye. armanceke me ya din a girîng jî têkbirina DAIŞê ye. Ji bo em vê bikin jî şirîkê me yê qadê HSDê ye. Bi ya min li hember DAIŞê heya niha hêza herî karîger ew in."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:58:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x