Amerika: Em dixwazin hilbijartinên 14ê Gulanê azad û dadmend bin

Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got “Biryara wî welatî dê gelê wî welatî bide û em dixwazin hilbijartineke azad û dadmend bibînin.”

13.05.2023, Cts - 10:13

Amerika: Em dixwazin hilbijartinên 14ê Gulanê azad û dadmend bin
Nuçe Belav bike

Li gor medya Amerîkî Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby di konferanseke çapemeniyê de li ser pirsa “Hinek dibêjin meyla Erdogan a otokratîk heye û berbijêrê opozîsyonê ji bo Tirkiyê dikare siberojeke demokratîk pêşkêş bike. Bi nêzîkbûna hilbijartinan gelo di vê mijarê de nîgeraniya we heye? ” gotiye, saziyên demokratîk ên Tirkiyê hene ku şanaziyê bi wan dikin û dê gelê Tirkiyê biryarê bide.

Kirby dibêje: “Ya rastî em derbarê hilbijartinan û berbijêran de ti şîroveyan nakin. Yê biryarê bide gelê Tirkiyê ye. Li Tirkiyê kevneşopiyeke demokrasiyê heye ku em hemû şanaziyê pê dikin. Lê wek me berê jî gotibû li Tirkiyê û li hemû welatên cîhanê em dixwazin hilbijartinên azad û dadmend bibînin. Ya herî rast ev e.”

Ev di demekê de ye, li Tirkiye mijara destwerdana welatên derve bo hilbijartinên 14ê Gulanê di rojevê de ye û Hevpeymaniya Millet hişyarî dabû Rûsya ku di vê mijarê de destwerdanek wan çênebe. Ligel vê yekê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî Amerika û welatên Ewropayê bi piştgirîkirina Kiliçdaroglu tohmetbar dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:18:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x