Amerîka: ‘Helwêsta me ya dijî firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê neguherî ye’

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê ragihand ku heta niha jî nîgeraniyên wî yên derbarê firotina firokeyên F-16 de ji aliyê îdareya Biden ve bo Tirkiyeyê hene û got: “Helwêsta me ya dijî firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê neguherî ye.”

27.07.2023, Per - 08:23

 Amerîka: ‘Helwêsta me ya dijî firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê neguherî ye’
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez duh Çarşemê di civîneke taybet a Senatoyê de li ser pesendkirina berbijêrê Biden bo postê alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarê Ewropayê, behsa Tirkiyê kir.

Bob Menendez got: “Ti pêşveçûnek di mijara firotina firokeyên F-16 de bo Tirkiyê çênebûye û nîgeraniyên me yên li ser wê mijarê berdewam in.”

Senatorê Demokrat Bob Menendez, wek Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê, desthilata wî heye hemû miameleyeke firotina çek û pêdiviyên serbazî ji aliyê Amerîkayê ve bo welatan rawestîne.

Menendez, her ji destpêkê ve dijî wê plana hikûmeta Amerîkayê ya firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyeyê bûye. Sedem jî rewşa mafên mirov li Tirkiyê, dijayetîkirina Tirkiyê li ser endambûna Swêdê ya NATOyê heta berî niha bi demekê û binpêkirinên firokeyên Tirkiyê li esmanê Yunanîstanê ye.

Tirkiye ku endamê NATOyê ye, di Cotmeha 2021an de, bi fermî daxwaz pêşkêşî Amerîkayê kir bo kirîna hejmarek firokeyên F-16 û herwiha kelûpel û pêdiviyên 80ê firokeyên heman cor.

Îdareya Biden jî çend caran veneşartiye ku piştgiriyê li daxwaza Enqerê dike.

Tirkiyê heta salekê daxwaza Swêdê ya endambûna NATOyê pesend nekir û Stockholm bi wê yekê tohmetbar kir ku piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, lê di destpêka lûtkeya dawî ya NATOyê de ku 10ê vê mehê bû, Erdogan razîbûna xwe li ser daxwaza Swêdê pêşan da.

Erdogan gotibû protokola daxwazê jî dişîne parlamentoyê daku dengdan li ser bê kirin.

Derbarê helwêsta Menendez de, Wezareta Derve ya Amerîkayê destpêka vê mehê, ragihand ku hevahangiya wan ligel wî Senatorê Amerîkî berdewam dibe, heta razî bikin û bikaribin wê mijarê ligel Tirkiyeyê bi awayekî serkeftî yekalî bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x