Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) derbarê êrîşkirina li ser serbazên welatê xwe û hevpeymaniyên wê de hişyariyê dide Sûriyê.
Malpera “RT” a Rûsî belav kir, Supasalarê Hêzên Hevbeş ên Amerîka Kenneth F. McKenzie li baregeha Pentagonê di konferanseke rojnamevanî de bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed da û got: “Birina her êrîşekê li ser hêzên Amerîka yan hevpeymanên wan ên li Sûriyê, dibe siyaseteke xirab ji hemû aliyan re.”
McKenzie ragihand jî, heger êrîş li hêzên wan ên li Sûriyê were kirin, ew bê dudilî bersiva pêwîst û guncaw ji bo berevanîkirina li hêzên Amerîka û hevpeymanên wê di şerê DAIŞê de didin.
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû: “Ew dikarin hêzên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikar bînin û êrîşî ser hêzên Amerîka û hevpeymanên wê yên li Sûriyê bikin.”
Herwiha Supasalarê Hêzên Hevbeş ên Amerîka got: “Operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewam e.”
Daxuyaniya wî berpirsê Amerîkî piştî gefên Beşar Esed tê, ku di guftûgoyekê ligel kenala “RT” de ragihandibû, pêwîst e Amerîka derkeve.
Herwiha gotibû: Heger HSD wan navçeyan bi riya danûstendinan radestî me neke, emê wan navçeyan bi riya hêzê ji HSD bistînin.