Amerîka: Ji bo parastina keştiyan ji êrîşên Îranê em dê zêdetir hêz bi cih bikin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dibêje ku ew dê ji bo parastina keştiyên bazirganiyê yên Kendavê li dijî êrîşên Îranê zêdetir hêz bişînine Rojhilata Navîn.

22.07.2023, Cts - 08:03

Amerîka: Ji bo parastina keştiyan ji êrîşên Îranê em dê zêdetir hêz bi cih bikin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) destnîşan kir, Pentagonê ferman daye ku grûpekê li bejahiyê û yekîneyekê jî li deryayê divê bên bicihkirin.

Pentagonê roja Duşemê jî ragihandibû ku keştiya şer a USS Thomas Hudner a bi hejmarek firokeyên şer ên F-35 û F-16 dê bişînine Tengava Hurmuzê.

Biryara Amerîkayê piştî wê yekê hat dayîn ku Îranê bi êrîşkirin an jî desteserkirina nêzîkî 20 keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî tê tawanbarkirin.

CENTCOM destnîşan kir ku hêza nû dikare di nava deryayê de û di berhevkirina îstîxbaratê de bixebite.

CENTCOMê got, “Ew dê pêwîstiyên zêdetir ên firîn û deryavaniyê yên Amerîkî bicih bikin ku dê ew jî kapasîteya Hêza Deryayî zêde bike.”

Fermandarê CENTCOMê Michael Eric Kurilla di daxuyaniyekê de got, “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ji bo parastina azadiya deryayê di nav sînorên berpirsiyariya me de ku hin rêyên avê yên herî girîng ên cîhanê di nav xwe de dihewîne pabend e. Ev hêzên zêde dê derfetên bêmînak peyda bikin û peywendiyên ticarî yên navdewletî bi welatên hevkarên me yên li herêmê re zêdetir biparêzin, qanûnên sîstema navneteweyî bi cih bînin û rê li ber tevgerên wêranker ên Îranê li navçeyê bigirin.”

Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ragihand, li Tengava Hurmuzê, Îranê di nava vê mehê de hewl daye dest dayîne ser 2 keştiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 202 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x