‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'

Li gor îdîayan Amerîka ji bo Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) biparêzê li Minbicê du baregehên leşkerî ava dike.

13.02.2018, Sal - 06:46

‘Amerîka li Minbicê ji bo HSDê biparêze du baregehên leşkerî ava dike'
Nuçe Belav bike

Hêza Taybet a Amerîkayê ji bo HSDê biparêze li herêmê dest bi avakirina du baregehên leşkerî kiriye. Li Mibicê baregehên leşkerî yên Amerîkayê tinebûn, tenê noqteyên leşkerî hebûn. Çavkaniyê ji herêmê dibêje: "Em dikarin ji van re kampên leşkerî jî bêjin. Piştî xebata baregehan wê sazkirina yekîneyan dest pê bike."

Rojname di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje: "Eger ev model biser bikeve Amerîka ji bo HSDê wê li rojhilatê Firatê li kantonên din jî heman modelê saz bike."

Li gor rojnameyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson vê hefteyê serdana Enqereyê dike û tê pêşbînîkirin ku di serdanê de ev mijar were rojevê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:30:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x