Amerîka: Me serkirdeyê DAIŞê li Sûriyê kuşt

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku serkirdeyê DAIŞê Usame el-Muhacir di operasyona roja Înê 7ê Tîrmehê de li "rojhilatê Sûriyê" hatiye kuştin.

09.07.2023, Paz - 19:31

Amerîka: Me serkirdeyê DAIŞê li Sûriyê kuşt
Nuçe Belav bike

Îro 9ê Tîrmehê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kuştina serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê ragihand.

Di daxuyaniya CENTCOMê de tê gotin, roja Înê 7ê Tîrmehê di êrîşeke esmanî de li navçeyeke rojhilatê Sûriyê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Usame el-Muhacir hatiye kuştin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, General Michael Erik Kurilla ragihandiye: Me eşkere kir ku em rijd in li ser jinavbirina DAIŞê li seranserê herêmê. DAIŞ ne tenê li herêmê, lê belê li derveyî herêmê jî hêj metrisî ye.

Li gor zanyariyan, di kesekî sivîl di êrîşa esmanî ya Amerîkayê de nehatiye kuştin. Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê lêkolînê li ser wan raportan dike ku behsa birîndarbûna kesên sivîl dikin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, ev êrîş dê ziyanê bigihîne şiyana DAIŞê ji bo plankirin û pêkanîna êrîşên terorîstî, lê artêşa Amerîkayê dê li kêleka hêzên hevbeş ên li Iraq û Sûriyê operasyonên xwe berdewam bike, da ku wê rêxistinê bi temamî bidawî bike.

Artêşa Amerîkayê herwiha gotiye, êrîşa roja Înîyê bi dronek MQ-9 hatiye kirin, heman drona ku rojek berê du caran ji alîyê firokeyên leşkerî yên Rûsyayê ve hatibû tacîzkirin.

Di destpêka vê mehê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got ku hêzên wan ligel hêzên din ên hevpeymaniyê 37 operasyonên dije-terorê li Iraq û Sûriyê di meha Hezîranê de pêk anîn, û di encamê de 13 çekdar û serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin û 21 kesên din jî hatine desteserkirin.

Li gorî amaran, 30 ji wan operasyonan li Iraqê û 7 operasyonên din li Sûriyê hatine encamdan û 12 çekdar û serkirdeyên DAIŞê li Iraqê û yek jî li Sûriyê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x